—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
û kirasekî nû jê re bidirûn. Lê çanda navneteweyî mîna lehiyê ye: her tiştî li ber xwe

dibe. Naskirina edeba cîhanî erê pirr pêwîst e, lê nivîskarê kurd nabe nasnama xwe

di nav de winda bike û dûrî reh û pencên çanda xwe bikeve.] 1

READINGS

Başoke

Saet nêzîkî dudiyê piştî nîvroje bû û, wê rojê, germa havînê tu gêj kiribûyî.

Te pencere vekiribû û ji derve, pêlên bayê hênik bi şermdarî derbasî hundirê

oda te dibûn. Pirraniya mirovên bajêr çûbûn havîna xwe li ber lêvên derî û

dengizên başûr derbas kin. Hin ji wan, bi balefiran, ya jî bi gemiyên mezin

dûrtir çûbû, çûbûn nav giravên Ferensî, dûr ji germa Parîsê û bêhna benzîna

makînan. Lê tu, Siyamendê Xelo, tu girtiyê bajarê Parîsê bûyî, girtiyê xwe

bûyî, girtiyê cîhanê bûyî. Te karekî pîsik peyda kiribû û rojên te herdem

wekhev derbas dibûn, wekhev bûn. Pirraniya caran, dema karê te tev dibû,

tu li kêlekên çemê Sen digeriyayî. Te xwe ji bîr dikir û te çemê bajarê xwe

tanî bîra xwe, ava wî û gul û sewsenên li kendalên wî. Gelek caran gotina

helbestvanê Ferensî yê ji sedsala nozdehan Alfred de Musset dihat bîra te:

“Piyala min ne mezin e, lê ez ji piyala xwe vedixom.” Çemê bajarê te mîna

Sen ne pirr fireh û mezin bû û qesir û koşik û balaxane li her dû aliyên wî

nebûn. Lê te pirr ji çemê şehrê xwe hez dikir. Ava çemê te ji nav dilê wan

çiyayên bilind derdiket, xwe dida hev, pirr dibû û di nav xaniyên ji ax û

kerpîçan, bi evînî derbas dibû, dûr diçû û di nav gundên dûr re winda dibû. 2

Pencera oda te vekiribû û dilê te girtî bû, teng bû. Çavên te girtî bûn û

1 fireh kirin to expand; kiras m appearance; dirûtin (dirû) to sew; lehî f flood;

edeb f literature; cîhanî world (adj.); reh û penc root.

2

başoke falcon; nîvroje noon; germ f heat; havîn f summer; gêj kirin to make

dizzy; pencere f window; ve-kirin to open; derve outside; pêl f wave; ba m wind;

hênik cool; bi şermdarî modestly; derbasî hundirê … bûn to pass into the interior

of; ode f room; pirranî f majority; derbas kirin to spend (time); lêv f edge; derî (=

derya) f sea; dengîz ocean; başûr m south; balefir m airplane; gemî f ship; girav f

island; bêhn f stench; benzîn f gasoline; makîne f car; girtî prisoner, imprisoned;

cîhan f world; pîsik nasty; herdem always; wekhev alike; dema when; kar tev bûn

for things to be going well; kêlek f bank; çem m river; Sen the Seine; geriyan to

stroll; av f water; gul f rose; sewsen lily; kendal f mountain slope; helbestvan poet;

Alfred de Musset (1810–1857), French poet; piyale f glass; fireh broad; qes(i)r f

palace; koş(i)k f pavilion; balaxane f balcony; ax f earth; kerpîç m sun-baked brick;

evîn f love; winda bûn to be lost.

95