—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURMANJI KURDISH

—Çawa nayê bîra min, Hêlîn. Ji me ku bavo bi rastî diket binê erdê. Ez

nizanim vî navî çima bi kar tînin. Em jî îşev ketine binê erdê, wek bavo. Ma

ne wusa ye?

Belê, rast e, min got. Tiştên ku bi dizî tên çêkirin, dibin tiştên binê erdê.

Ger ku binê erdê tunebûya, kes nikaribû, kes nikaribû di ber ordiya Tirkan

bida. Dê bila di vê tarîtiyê de werin. Wele newêrin ji qula xwe derkevin. 1

Apo û hevalên din bi peyva min û Azad keniyan. Dengê me çûbû wan.

Apê min destê xwe danî ser pişta min û got:

—Aferîn ji we re. Ji vêga ve hûn pirr tişt hîn bûne. Îşê ordiya tirkan zor e.

Bi milyonan zarokên me şiyar dibin û wê tola me bistînin. Dawiya çiyan,

newalan nedihat. Êş ketibûn lingên me. Di me de taqet nemabû. Berê ku

dinya gewr bibe, em ber derê şikeftekî sekinîn. Berqa zerinî ketibû rûyê

ezmên. Roj hêdî hêdî serê xwe bilind dikir û çiyan dixist bin hikma xwe.

Apê min û du kes çûn nava şikeftê. Devê şikeftê di giya, qamiş u qirşan de

mabû. Em li serê çiyakî pirr bilind bûn. Rojê xwe nêzê me diketina rojê,

rûyê me geş kir. Daran sî da, kevir beriqîn. Tabîet ji xew şiyar bû. Dengê

zarokên tabîetê dahl û deviyan, newalan, qulan, şikeftan tijî kir… 2

Piştê qontrolê em ketin zikê şikeftê. Apê min elektrîka desta pê xist.

Hevalan ji derve hinek qirş anîn, di torbên wan de her tişt hebû. Nan, penîr,

şekir, çay. Apo çaydanê danî ser agir. Em li dora tifikê kom bûn, nava

şikeftê honik bû. Zarokên me ketibûn xewê. Haya wan ji dinyayê tunebû.

Belkî jî, di xewna xwe de bavo didîtin. Dadê, şûşên çayê danî ber me û

penîr hûr kir. Çay dem digirt. Ji birçîna ûze-ûza zikê me bû. Piştê hewqas

rêveçûnê, zikê me dest bi îsyanê kiribû. Dadê, şûşan tijî kir. Me bi zilikan

çayên xwe li hev dan, ji nişka ve apê min li pişta xwe zivirî û elektrîkê da

kûraniya şikeftê. Şewqa elektrîkê zikê şikeftê qul kir; tarîtî qelişî, paş de çû.

Marekî gewr wek stûnekî devê xwe vekiribû û pifinî dikir. Li ber marê

dûpişkekî reş û xurt dûvê xwe dabû ser pişta xwe û dilebitî. Herdu rawir

wek neyarên hezarsalî êrîşê hev dikirin. Çekên xwe yên bi jahr û tehlûke

1 bi dizî in secret; ordu f army; bila (optative particle); wêrîn to dare; qul f hole.

2

aferîn ji…re good for; ji vêga re now; îş f job; şiyar bûn to wake up; taqet endurance;

gewr whitish; berq f lightning; zer yellow; qamiş reed; qirş stick; nêz

near; geş happy; sî dan to cast a shadow; beriqîn to glisten; tabîet f nature; dahl f

grove; devî f bush.

148