—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURMANJI KURDISH

Çar Leheng: Leheng I: Ferzende Beg

Di sala 1929-an da şerê Agirî hêdî hêdî berve xurtbûnê diçû. Şervanên kurd

li her alî welêt berên xwe didan Agirî û li dora serdarê şoreşê Îhsan Nûrî

xwe didan hev. Hingê ji bo parastina sînorê çiyê û gaziyên bi lez siwarî divyabûn

û di çiyê da hesp hindik mabûn. Serdar Îhsan Nûrî, Ferzende digel

şêst siwarî şande nav eşîrên Serhedan da ku sedek hesp peyda bike, serê her

gundê dewlemend hespek an dudu jê dixwestin. Civandina hespan ne karek

e ku ji hikûmetê bihata veşartin. Zuka haya hikûmetê jê bû. Serdariya

leşkerên tirk yê rojhilat du alayî siwarî şandin pêşiya Ferzende. Herdu alayî

ne dûrî hev berî dabûn erdima ku tê da hesp dihatin civandin. 1

Li pêş Geliyê Zîlan alayiyek ji wan raste Ferzende hat, lê nexwest bi tena

xwe şerî wî bike, ji ber ku dizanîn Ferzende kî ye. Ji lewra dûredûr li pê çû

heya alayiya din jî xwe digehîne ser. Lê Ferzende bîra vê yekê dibir û nedixwest

herdu alayiyan li ser xwe bigehîne hev. Bê dudilî hespên ku civandibûn

sipartin deh siwaran, bi pêncî siwarî dirêjî alayiya tirk kir. Şer bi awakî

birûskin dest pê kir. Şervanên kurd bê ku tifingê biteqînin, li pê bavê Efrasiyab

ajotin ser nîveka alayiya dijmin. Devê tifingên wan bê minet dighan

qefsinga neyar, wek colek gurên dev bi xwîn bikeve nav keriyek pez. Turkan

ev celeb şer nedîtibûn, nedikarîn sînga xwe ji devê tifingên şehsiwarên

kurd biparêzin. Kurdan tifing dest bi dest berra pîsîra neyar didan. Leşkerên

tirk wek pelkên daran di ser pişta hespan de dihatin xarê. Bîstek neborî

neyar dest ji ber hev berdan û her yek bi alîkî da revîn. 2

1 şer m war, battle; Agirî Ağrı, in extreme eastern Turkey; hêdî hêdî little by little;

ber ve … çûn to become; xurt strong, powerful; şervan warrior; berê xwe dan to

head for; serdar leader; şoreş f revolution; xwe dan hev to unite; parastin (parêz)

to defend; sînor m border; gazî warrior; bi lez in haste; siwarî bûn to mount; hesp

m horse; hindik few; eşîr f tribe; serhed border; da ku in order that; peyda kirin to

find; dewlemend wealthy; xwestin serê … to request from; civandin to put in

motion; hikûmet f government; ve-şartin (şêr) to hide; zuk obvious; hay f

attention; serdarî f leadership; leşker soldier; tirk Turk(ish); rojhilat east; alayî f

regiment; ne dûrî hev not far from each other; erdim f region.

2

gelî m valley; raste straight toward; bi tena xwe by himself; ji lewra therefore;

dûredûr far away; pê behind, backward; xwe gehandine ser (gehandin = gihandin)

to arrive; bîra … birin to take into consideration; dudilî hesitation; sipartin (sipêr)

to entrust; bi awakî like; birûsk f lightning; tifing f gun; teqandin (teqîn) to shoot

92