—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
READINGS

dewlet bi xurtî çûye ser wan, bi girtin, lêdan û îşkencê dengê wan birîne. 1

Em dibînin ku ew tesîra han ji ruhiyeta Kurdên Tirkiyeyê derneketiye,

şoreşger û têkoşerê kurd, ku di ber Kurdistana pîroz de serê xwe didin, ji bo

bidestxistina zimane kurdî bi salan di zîndanan de radizên, lê ew bi xwe

hewl nadin ku bi zimane xwe binivîsînin, bi zimanê xwe bixwînin, bi

zimanê xwe bifikirin. Ez carinan ji xwe re difikirim, ku em kurd tenê

mehekê tirkî protesto bikin (di vir de mexseda min ne ew e ku divê em li

dijî tirkî bin, ez bawer im tirkên bi rastî dilxwazên kurdan jî wê li dijî

biryareke wilo dernekevin) kovar û rojnameyê xwe bi kurdî derxin, kovar û

rojnameyê bi tirkî nekirin, li dikan û çayxanên xwe bi kurdî bipeyivin, li

mehkemeyan bi kurdî îfadeyên xwe bidin, yanî bi kurtayî di her warê jiyanê

de bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsînin. Erê, tenê mehekê. Ez bawer im

bi cihanîna biryareke wilo jî wê ne ewçend zehmet be. Hingî em ê bibînin

ku wê çawan cih li dewletê teng bibe, dinyaya ku pirsa me bi terorîzmê ve

girê dide, wê çawan li bin guhên hev bikeve. Gava ez van çend rêzan

dinivîsînim, ez di bin tesîra tevgera Mahatma Gandî de dinivîsînim. Gandî ji

xelkê Hindistanê daxwaz kir, ku ew kincên îngilîzan li xwe nekin, tiştên

wan nekirin. Û xelkê wilo kir. Bi wê biryara hindiyan gelek fabrîkayên îngilîzan

çûne îflasê, darbeyeke mezin ya ekonomîk li îngilîzan ket û biryareke

wilo bû sedema dawîhatina împaratoriya Birîtanya ya li Hindîstanê. 2

Lê îngilîzan zimanê hindiyan qedexe nekiribûn. Ger îngilîzan ziman û

nasnava hindiyan qedexe bikirana, mirov texmîn dike, ku dê Gandî li hemberî

bûyereke wilo, xelkê hindî vexwenda protestokirina zimanê îngilîzî. 3

Bi a min biryareke wilo ji bo me çekeke mezin e. Bi biryareke wilo hem

em ê bikaribin hebûna xwe bidine îspatkirin, hem em ê bikaribin hebûna

zimanê xwe bidine îspatkirin, hem em ê mehkeme û daîreyên resmî yên tir-

1 tirsiyan ji to be afraid of; mirovatî f manliness, chivalry; qedexe kirin to ban;

ceza m penalty; peran heavy; heps f imprisonment; nivş generation; çerx f grindstone;

polîtîka f policy; heliyan to melt away; çirûsk f spark; pê-ketin to catch

(fire); lê-dan to beat; îşkence f torture; deng (m) birîn to silence.

2 şoreşger revolutionary; têkoşer combatant; zîndan prison; hewl dan to struggle;

protesto kirin to boycott; mexsed f intention; dikan f shop; mehkeme f court; îfade

f testimony; rêz f line; cûne îflas to go broke; darbe f blow; dawî-hatin to come to

an end; împaratorî f empire.

3 texmîn kirin to guess; li hemberî in opposition to; ve-xwendin to call for.

129