—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Erê, pirr tişt hatin guhertin di jiyana te de. Tu nikarî bawer bikî çiqas tişt

hatin guhertin. Her tişt hatibû guhertin û qesir û xaniyên xewnên rojan xwe

li ber germ û serma wê bêxwediya Parîsê negirtin. Di nava te de, xweliyê

şûna avahiyan û xewnên şêrîn girt û mirine, ji rojên pêşî, perda xwe ya reş

raxist di nava te de. 1

READINGS

Deh sal buhurîbûn û te ne gotinek ji hevalê zaroktiyê jî negirtibû, ne

bihîstibû. Carna te ji xwe dipirsî: Gelo ew jî wek min winda bûye, bêxweda

û bêbawerî maye? Di hundirê mêtro de, te ev pirs ji xwe kir, lê pêlên

bîraniyan di qahfê serê te de li hev ketin, kefdan û te bersîva wê pirsê neda.

Bi rastî te ew pirs ji bîr kir ji ber ku te nedixwest bersiva wê bidaya.

Merovên di hundirê mêtro de, li ber çavên te bûn mîna rewrewkê. Gelek

caran, te xwe di mêtro de ji bîr dikir û li îstgahin dûr peya dibûyî. Loma, wê

rojê, hayê te ji te hebû, te nexwest danîşî û tu ji piyan mayî û çavên te herdem

li navên îstgahan man. Deqe bi deqe, tu nêzîkî hevalê xwe dibûyî,

diketî nava jiyana rast. 2

Pirr bi te nexweş bû ku tu bi tenha xwe, bi serê xwe biçî pêşiya dostê

xwe. Te dixwest jinek porzer û laş spî û dagirtî bi te re baya. Te dixwest wê

porê xwe yê zêrîn raxistibaya li ser milên te û te ew bi hevalê xwe bida

naskirin. Lê mîna kurm, tu rût bûyî, û wê rojê, tu diçûyî pêrgî hevalê xwe,

bi tenha xwe û dilê te mişt kelem bû. 3

Gelek caran, dema tu û Cengî diwestiyan, hûn li ser kendalên li dora çem

rûdiniştin û we ji hev re digot: Dema em dê bighêjin Ewropa, keçên porzer

li Ferensa û li Swêdê wê li ser porê me dîn bibin. We digot keç û jinên

Ewrupî yên porzer û çav şîn yan çav kesk xwe didin kuştin ji bona xortên ji

xurt strong.

1 bêxwedî lonely; xwelî f ash; şûn f place; avahî f edifice; girtin to die down;

perde f curtain; ra-xistin to spread.

2 buhurîn to pass; bihîstin to hear; carna sometimes; gelo I wonder if; bêxweda

godless; bêbawerî unbelieving; pêl f wave; bîranî f memory; qahf m cavern; kefdan

to foam; bersîv f answer; rewrewik f mirage; peya bûn to get off; loma for that

reason; ji piyan standing; deqe bi deqe any minute now; rast real, true.

3

nexweş displeasing; porzer golden-haired; laş spî fair-skinned; dagirtî wellbuilt;

por m hair; zêrîn golden; mil m shoulder; dan naskirin to introduce; kurm

worm; rût naked; çûn pêrgî to go to find; mişt full of; kelem m thorn.

97