—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURMANJI KURDISH

saliya Cumhûriyetê û efûya giştî, ku Cumhûriyetê soz dabû, dişîne. Celadet

Beg di vê nameya xwe ya dirêj de, ku paşê mîna pirtûkekê çap dibe, bi ilmî

rexneyan li Mustefa Kemal digire û wan ji bo sozdayina wan derewîn

derdixîne. Herweha ew di nameya xwe de li ser kurdan, li ser nasyonalîzma

tirkan radiweste û bi metodên lîngiwîstik mînakan ji zimanê kurdî dide. Ew

di wir de dide xuya kirin, ku kurd ne tirk in û ew xwediyên kultureke cihê,

zimanekî cihê û miletekî cihê ne. 1

Em vegerin ser Hawarê. Dema ku Celadet Beg dest bi weşandina Hawarê

û belavkirina alfabeya xwe dike, hejmara kurdên xwende kêm e, çi bigire

tune ye. Lê, çend xortên din ên serwextî, ku ew jî ji ber gelek sedeman mecbûr

mabûn, ku welatê xwe terk bikin û koçî binxetê bikin, digihên Celadet

Beg û bi alîkarî û teşwîqên Celadet ew dibin xwediyên navên mîna Qedrîcan,

Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn…

Gava min di hevpeyvîneke bi Osman Sebrê re, pirsa ku wî “kengî dest bi

nivîsandinê kiriye” kiribû, wî gotibû ku wî bi xêra Celadet Beg dest bi nivîsandina

kurdî kiribû û ku ne ji Celadet Beg bûya, wî nizanîbû ku zimanê

kurdî zimanê nivîsandinê ye an na. Herweha Nûredînê xort jî deyndarê

Celadet Bedir-Xan e. Tê gotin ku her tim Celadet Beg Nûredînê xort dipesinand

û ji bo teşwîqkirina nivîsandinê ew beramberî Anton Çexov dikir. 2

Çexov bi xwe jî di dema xwe de xort dipesinandin, ew teşwîqî nivîsandinê

dikirin û gelek caran bi wan dida zanîn ku ew ê bi nivîsandina berdewam

bibin nivîskarên mezin û navdar. Mirov wê nefsbiçûkahî û ruhiyeta

teşwîqê di Celadet Bedir-Xan de jî xweş dibîne. Ji bilî navên mîn Qedrîcan,

Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û Cegerxwîn; ger zarokekî, şivanekî an jî

xwendevanekî jê re nameyek bişanda, wî tavilê ew name di Hawarê de di-

1 eleqeder kirin to concern; Kurdistanî Kurdistanian, proponent of a united

Kurdistan; rêxistin f organization; hewcedarî f necessity, need; reîsî cumhûrê president

of the republic; xazî ghazi; munasebet f occasion; bîranîn f remembrance;

efûya giştî general amnesty; soz dan to promise; rexne f criticism; sozdayin f promise;

derewîn false; der-xistin to take to task; mînak m example; cihê different,

separate; milet m nation.

2

serwext knowledgeable; hevpeyvîn f conversation; pirs (f) kirin to ask a question;

bi xêra thanks to; ne ji … bûya were it not for; deyndar indebted; her tim

always; pesinandin to praise; teşwîqkirin f encouragement; beramberî … kirin to

compare to; Anton Çexov Anton Chekhov.

126