—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURMANJI KURDISH

Piraniya wê li nava kurdên binxetê, yanî kurdên Sûriyê dihate belav kirin,

çend lib digihîştin Tirkiyeyê, çend lib digihîştin Iraqê û ez ne şaş bim çend

lib jî digihîştin Îranê. Lê ew çend libên ku digihîştin wan welatan jî li hemû

hezkirên zimanê kurdî belav dibûn. Ji ber vê yekê ye ku em di kovarê de li

gelek navên kurdên başûr rast tên. Yanî kovar di nava kurdên her welatî de

bûbû pireya hevdunasînê. Di kovarê de mirov ji bilî kurmancî li zaravayê

soranî jî, lê bi alfabeya latînî rast tê. Wilo xuya dibe ku di wê demê de bi

fermî destûra zimanê kurdî li wan welatan hatibûya dayin û hejmara kovar û

rojnameyên kurdî zêdetir bûya, em ê îro ji problema alfabeyên erebî û latînî

xelas bûbûna û wê mîna ku di Hawarê de jî belav bûbû, hem kurmanciya

jêr, hem jî kurmanciya jor bi alfabeya latînî bihata nivîsandin û wê ferqiyeta

herdu zaravayên kurdî yên mezin hêdî hêdî hindiktir bibûya. Wek tê zanîn,

Hawar li welatekî ku alfabeya erebî dihate bikaranîn, bi alfabeya latînî

derdiket. Em wê tesîra Hawarê û xwediyê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan îro

jî dibînin. Îro di nava kurdên me yên Sûriyê de yên ku kurdî bi alfabeya

erebî dinivîsînin, çi bigire tune ye. Digel xwendina wan bi erebî ye, digel ku

ew di dibistanan de hînî alfabe û nivîsandina erebî dibin jî, dîsan ew xwe

hînî alfabeya zimanê xwe ya latînî dikin u îro bi sedan nivîskar, bi çendan

kovar û pirtûkên kurdî ji aliyê kurdên me yên Sûriyê ve têne derxistin. Ev

yeka han bivê nevê ji tradisyona Celadet Bedir-Xan û bi xêra kovara wî

Hawarê dibe. 1

Û tiştê ku Celadet Bedir-Xan jê ditirsiya, bi serê kurdê Tirkiyeyê ve

hatiye. Piştî şikandina serîhildan û berxwedanên kurdan, tirk bi metodin ji

mirovatiyê dûr çûne ser kurdan, ew êşandin, girtin, bi dar ve kirin, zimanê

wan li wan qedexe kirin û dema ku Celadet Beg kovara xwe li Şamê

derdixist, ji bo her gotineke kurdî li Tirkiyeyê cezayê peran dihate dayin, ji

cezayê peran zêdetir, pirê caran cezayên bi salan heps dihate dayin. Piştî

nivşekî, kurd di ber çerxa polîtîkaya asîmîlasyonê ya tirkan de heliyan, ji

zimanê xwe bi dûr ketin. Ger car caran di hin cihan de çirûskin pêketibin jî,

1

tîraj f print run; behs kirin to discuss; lib m copy; binxet f south of the border,

i.e. Syria; şaş bûn to be surprised; rast hatin li to come across; hevdu-nasîn to

know each other; ji bilî aside from; fermî formal; destûra ziman grammar; jêr

lower; jor upper; ferqiyet f distinction; çi bigire practically.

128