—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURMANJI KURDISH

malbata wî hinek rabûn ew bi rengdêra “dînitiyê” navandin û hinekan jî ev

rewşa wî weke “sofîtiyê” bi nav kirin. Herweha navê wî jî ma Sofî Dîno. Lê

piştî çend nexşên wî, jê tirsiyan, paşîngê li ser vî ruhê pîrozwer ketin dudiliyekê

û dû re jî gêhîştin wê baweriyê ku ne merivekî vala ye.

Mereqdarî li mamoste Kevanot tîrtir dibe û dibê: 1

—Sofî, heyran!… li gor nexş û kerametên çawa ev navê ha… ev navê ha

li wî kirin?

—Ne min got… di destpêkê de navnotî bi dû ket û digotin: xerîfî ye…

Rihma Xwedê li ruhê wî yê pîrozwer be, digotin… de wê çaxê em zarok

bûn û me hay ji tiştên weha tune bû… lê digotin, di dawiya jiyana xwe de

evîndarê bûka xwe bû bû û ji dû wê venediqetiya. Digotin, wê çaxê kurê wî

gelekî şerm kiriye, xwe havêtiye dest û lingên wî ku ew dev ji vî xwiyê xwe

berde. Lê ne bûye… ev xwiyê ha ji ser ne çûye. Evîneke asimanî girti bûye

ser. Ji ber vê yekê… ji şevan şevreşeke buharê kurê wî ew li hespê kiriye ku

bibe Şikefta Zoncikê… meriv nizane ke êdî kurê wî çi fikirye… lê li gor

gotina jina kurê wî, li nêzîkî devê şikeftê du aferîdên seyr hatine pêşiya vî

kurê wî û jê re gotine: 2

“—Ku tu wî tiştê di dilê xwe de bikî, em ê tiliyên xwe di çavên te re bikin!”

Xwedê dizane bê êdî çi di dilê kurê wî de bûya… Wê şevê kurê wî

bavê xwe bi şûn de tîne malê û herdu jî dikevin nivînên nexweşiyê. Û di wê

şevê de, di wê nexweşiyê de kurê wî radibe vê bûyerê ji jina xwe re kat dike

û bi destê sibê re jî dimire. Amentubîllah, karê Xwedê nexşîn e!… Dema

şêniyên van çend malan cendekê kurê wî hilanîn, Sofî Dîno di nivînan de

bû. Ji xwe heta ku mir jî ji nivînan ranebû. Rasterast sê mehên dawiya

jiyana xwe di nivînan de buhurand. Di ber mirinê de… De îcar çi mirin

bûye, Xwedêyo!… Mirineke asêwarî! Em wê çaxê zarok bûn… bavê min—

rihma Xwedê li hemû miriyan, li wî jî be!—bavê min wê çaxê li paş serê wî

bûye. Çêlî mirina wî dikir û digot: 3

1

nexşîn miraculous; rengdêr f description, quality; nexş miracle; paşîngê later;

tîr dense, dark.

2

heyran amazing; keramet saintly miracle; navnotî f notoriety; xerîfî senile;

havêtin = avêtin; xwî m habit, disposition; asimanî heavenly; şevreş f dark night;

aferîde m creature; seyr strange.

3

ku unless; kat kirin to divulge; amentubîllah “I believe in God,” an exclama-

156