—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
xuya dikirin. 1

READINGS

Pêşmerge pişta xwe da darê û kir ne kir bigirî, lê ne dikaribû. Jan û gurr û

şewat û qehra di dilê wî de ne dixwestin xwe têxin hindir hêstiran bo werin

der. 2

Cumhûriyeta Kurdî ya Mehabadê

Nûdem, No. 9 (1994): 282–85.

Cihekî bajarê Mehabadê yê taybetî di dilê me de heye. Ew di nava kurdên

her çar perçeyên welêt de tê naskirin û hezkirin û ji bo ku ew di nava nivşe

nûhatî û nûgihiştî de neyê jibîrkirin, navê wê li zarokan tê kirin. 3

Berî ku ewrekî reş yê şînê bi ser vî bajarê de bigire, di 22’ê çileyê paşîn

1946’an de, Xwedê li vî bajarî tê rehmê, ji pişt çiyan rojeke bêhawe xweş

bilind dibe, bi germî û tîrêjên xwe zivistana sar û dijwar bi dûr dixe, di şûna

wê de bihareke geş tîne. Gava xelkê Mehabadê, ji bo xweamadekirina roja

pîroz sibehê zû radibûn ser xwe û çav li wê roja xweş dikevin, dilê wan geş

dibe, kêfa wan difûre û ji bo wê roja xweş ya pîroz ji Xwedayê xwe duan

dikin. Her ku roj bilind dibe Mehabadî dikevin tevgerê, keçên Mehabadiyan,

yên ku bi spehîbûna xwe navdar in, cil û bergên bi reng, bi ser bejnên

xwe yên zirav û bilind de berdidin, çavên xwe yên mezin bi kilên Suphanî

kil dikin, mîna ku ew ê herin dîlanekê û li wê dîlanê pêrgî hezkiriyên di

xeyalên xwe de werin, xwe li ba dikin û bi geşî dadikevin meydana Çarçirayê.

Pîr û jin jî cil û bergên xwe yên kevin davêjin, derd, kul, êş û elemên

malbat û eşîrê ji bîr dikin, xwe mîna bûkên nûzewicî dixemilînin û bi zar û

zêçên xwe, di kuçeyên Mehabadê yên zîvironekî de tevlî pêla keçên ciwan

dibin u xwe berdidin Meydana Çarçirayê. Xort û peyayên Mehabadî yên

bejinbilind, şal û şapikên xwe bi ser bejnên xwe de berdidin, piştên kesk,

1 ka where’s; şaş kirin to be mistaken; tamar (= damar) nerve; fêr bûn to learn;

bûyîn to be born; çandin to plant; tenê only; kom f pile; kevir m stone.

2 pişta xwe dan to lean against; kir ne kir bigirî ‘he almost wept’; jan f pain;

gurr f thunder; şewat f burning; qehr f wrath; xwe tê-xistin hindir to put oneself

inside of; hêstir (= hêsir) tear.

3

cumhûriyet f republic; taybetî special; perçe f part; nivşe nûhatî û nûgihiştî the

younger generation; ji bîr kirin to forget; nav hatin kirin li for a name to be given

to.

107