—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURMANJI KURDISH

Mam Reşîd satila xwe tijî kir, ew li şûnê hişt û hebkî wê de çû, li ser

kevirek reş rûnişt, tûrikê titûnê ji beriya xwe derxist û dest pê kir cixarekê

bipêje. Keleboxa ji satila avê radibû bi kinî bala wî kişand ser xwe, lê dû re

her du çavên wî xaniyên gund bo xwe kirin nêşan. Hat bîra wî ku çawa wî û

Resûl Mamend, xezûrê Nazê, ber salne pirr xaniyên xwe di hindir zikê sê

heftan de, yek li kêleka yê din lêkirin. Bê ku bixwaze, stûyê wî berva hêla

mezelê gund leviya û çavên wî têkoşiyan ku gora Resûl di nav yên din de bi

cih bikin. Dûyê cixarê giran giran di her dû bêvîlên wî re derdiket û xwe di

nav bayê sar de wenda dikir. Tama cixarê ji her dem bêtir tal bû di devê wî

de û li kêfa wî ne dihat, lê carekê hatibû vêxistin û divabû ku were kişandin.

Di dilê xwe de Mam Reşîd li pêçandina wê poşman bûbû, çiku wî pirr caran

biryar dabû ku êdî li xurînî cixarê ne kişîne. Waye cixareyek li vala çû, di

ev rojên teng de, dema ku tiştên wek titûn û çayê û şekir bûbûn wek dermên.

1

Mam Reşîd kutek din li cixarê xist, ew di bin lingek xwe vemirand, rabû

ser xwe, satila avê bi destê rastê rakir û hêdî hêdî ber bi mal meşiya. Valabûna

destê çepê di qafê de fikrek peyda kir, ku xwiziya wî satila Nazî jî bi

xwe re anî ba, bo tijî av bike. Her der vê sibê gewr spî xuya dikir xeyn ji

malan. Serên kaşên li derdora gund ji mij xuya ne dikirin. Xeyn ji dengê

segekî tu dengên din ne dihatin guhan, lê dirêj ne kir, dema dengê segekî bû

yê duduyan û sisiyan û çaran. Mam Reşîd satil danî û li dora xwe mêze kir.

Tiştek ne dihat xuya kirin ku mirov bibêje ev ê bikaribe bibe sedema ewte

ewta kûçikên gund. Hê Mam Reşîd di vê girikê de mijûl bûbû, dema dengê

balefiran ji dûr ve ket guhên wî. Wisa, ew tê gihişt çima deng bi segan

man); şûn f place; nuha now; bûk daughter-in-law; çiku because; pêşmerge guerilla.

1

satil f bucket; hebkî (= hebekî) a bit; titûn f tobacco; berî f pocket; der-xistin to

take out; pêjîn to light (a cigarette); kelebox f sloshing; bi kinî slightly; bala …

kişandin to attract the attention of; nêşan kirin to focus on; xezûr father-in-law;

kêlek f edge; yek li kêleka yê din one next to the other; lê-kirîn to build; stû m

neck; hêl f direction; mezel m graveyard; levîn (= livîn) to move; tê-koşiyan to

make an effort; gor f grave; bi cih kirin to make out; giran giran heavily; bêvîl

nostril; tal bitter; kêf f enjoyment; vê-xistin to light; pêçandin to roll; poşman bûn

li to regret; çiku because; li xurînî before breakfast; waye look here, see now; li

vala çûn to be wasted; teng tight; derman (obl dermên) m medicine.

104