—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURMANJI KURDISH

torên ku xwestine vê vîrusê bikujin, an çareyekê ji vê nexweşiyê re bibînin,

hatiye jêkirin u ev heftê sal in ku gelê kurd ji derdê vê nexweşiya han

dinale. 1

Celadet Beg û beşek ji malbata xwe li dijî neheqiyên sîstemê derdikevin û

dixwazin ji bo kurdan, ji bo nasnav û welatê wan têkoşînê bidin. Cumhûriyeta

ciwan nikarîbû ev debar bikira, bi rê û metodên nemirovane çûn ser

vê malbata bermayên mîrekên Cizîra Botan û gelek ji wan êşandin, kuştin,

ji welêt bi dûr xistin, sirgûnî welatên xerîbiyê kirin. Di nava yên sirgûnbûyî

de Celadet Bedir-Xan û malbata xwe jî hebûn. Stemkarî û sirgûna kambax

ev malbata esilzade û zexim ji hev de dixist, berê wan bi welatên xerîbiyê

vedikir. Bavê Celadet Emîn Ali Beg û birayê wî yê mezin Sureya Beg xwe

diavêjin welatê xwediyê medeniyetên kevnar Misrê, Celadet û kekê xwe

Kamûran Beg jî berê xwe didine Almanyayê. Ev mirovên bi disiplîn û

xwedî berpirsyar li Almanyayê nabin hêsîrên jiyana sirgûnê û têk naçin, lê

bi jîrî dest bi xwendina unîversîteyê dikin, di dersên xwe de gelekî bi serketî

dibin û zû xwe dixin çavên mamosteyên xwe û ji bo kurdan dibin mînakên

çak û qene. Celadet Beg ji derveyî dersê xwe yê dibistanê jî gelek berhemên

cihê cihê dixwîne, li ser tevger, nêrîn û felsefeyê cihê cihê radiweste. Mîna

gelek ronakbîrên wê demê ew jî gelekî ji Nietzsche hez dike, cih bi cih di

bin tesîra felsefeya wî de dimîne û pirtûka wî ya bi navê “Zerdeşt Wilo

Kerem Kir” ji ber serê xwe hilnayne û bi xwe jî dibîne ku ev filosofê Alman

yê mezin bê çiqasî di bin tesîra felsefeya pêxember Zerdeşt de dimîne. Piştî

wê bi salên dirêj ew ê beşekî biçûk ji pirtûka Nietzsche di Hawara xwe de

biweşîne û bi wî awayî Nietzsche bi bîr bîne. 2

1 xortanî f youth; hewes f desir; eskerî f the military; rutbe rank; nîşan decoration;

ordû f army; cephe front; bêhampa unparalleled; herbiye f war department;

serfirazî f distinction; zabit officer; jîr hard-working; jêhatî assiduous; Qefqasya f

the Caucasus; rûs Russian; împeratorî f empire; hukumdarî kirin to rule; ji navê

ra-bûn to disappear; piştgirî f support; xelasî f deliverance; dayîn = dan; şer dan

(dayîn) to fight a war; şerê bi gotina tirkan “xelasiyê” the war of what Turks call

“liberation”; dagirker founder; Erzerom Erzerum; Sîwas Sivas; bawermend believer;

bijîşk physician; operator surgeon; jê-bûn to be excised; nalîn to lament.

2

li dijî againt; neheqî injustice; sîstem f system; nasnav m culture; têkoşîn f

struggle; debar kirin to manage; nemirovane unmanly; bermaye f remnant; mîrek

petty ruler; sirgûn kirin to exile; kambax devastating; esilzade aristocratic; zexim

122