—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Lê her hişê wî li ser welatê wî ye, her liv û tevgereke ku li welatê wî çêdibe

dilê wî şa dike, hêviya wi xurt û qewîn dike. Gava di sala 1925’an de

di bin serokatiya Şêx Seîd de li Kurdistanê serîhildan çêdibe, hêviyên Celadet

Beg xurt dibin, ji bo biserketina şoreşê tiştê ji destê wî tê ew dike. Lê pir

naçe, artêşa tirk bi ser serîhildanê de digire, serok û birêvebirên serîhildanê

digirin, bi rê û metodên nemirovane li nava kuçe û kolanên gund û bajarên

Kurdistanê gulebaran dikin. Gund û bajaran jî wêran dikin û heta gorî ku

carinan kal û pîrên kurdan niha behs dikin, heçê navê wan bi tîpa “Ş” dest

pê dike, ew têne kuştin. Gava ordiya tirk ji Kurdistanê vedikişe, li dû xwe

gundên wêran, xaniyên xerabe û di nava şewat û dixanê de zarokên sêwî u

stûxwar dihêle. Ev bûyera han tesîreke neyînî li Celadet Beg dike, hêviya

wî dişikîne, demekê destê wî li kar û xebata siyasî sist dike… 1

READINGS

Serîhildana Şêx Seîd şikest, ew birayên ku bi tirkan re ji bo xelasiya

Tirkiyeyê şerê “xelasiyê” kiribûn, ji aliyê birayên xwe yên tirk û musulman

ve hatin gulebarankirin, gundên wan hatin wêrankirin, daristanên wan hatin

şewatandin. Ev hemû ji bîra Celadet Beg naçin. Ew bi wan bîranînan radizê,

bi wan radibe. Gav û saet ew di bîra wî de ne. Ew li riyekê digere. Li riya

xelasî û serbixwebûnê. Li riya felatê… Ew bi wî serê xwe yê tijî fikrên têvel

berê xwe dide Libnanê, diçe Bêrûdê. Li Bêrûdê kurd gihane hev. An jî

rewşa kambax, stemkarî, jiyana sirgûnê ew anîne ba hev. Wan di nava xwe

de komeleyek bi navê “Xoybûnê” ava kirine û ew dixwazin tola xwîna

şehîdên xwe wergirin, welatê xwe yê ji dest çûye bi paş de bistînin û ji wê

jiyana zehmet ya welatên xerîbiyê rizgar bibin, li ser axa welatê xwe bi

azadî û xweşî bijîn. Celadet Beg tavilê xwe digihîne vê komeleyê û dibe

strong; kevnar ancient; Misr f Egypt; kek elder brother; Almanya f Germany;

berpirsyar responsible; hêsîr captive; têk çûn to fail; bi serketî successful; mînak

example; çak good; û qene at least; berhem m literary work; cihê cihê various; tevger

f activity; nêrîn f view; felsefe f philosophy; ronakbîr enlightened; kerem kirin

to speak; filosof philosopher.

1

liv f movement; dil şa kirin to gladden the heart; qewîn strong; serîhildan f

rebellion; biserketin f success; pir naçe “it doesn’t take long before”; bi ser serîhildanê

girtin to put down a rebellion; gulebaran kirin to open fire; wêran kirin to

lay waste; heçê whoever; tîp f letter; ve-kişîn to withdraw; şewat f conflagration;

dixan f smoke; sêwî orphan; stûxwar cowed; li dû xwe hiştin (hêl) to leave behind

oneself; neyînî negative; sist kirin to weaken.

123