—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
îndî geş bûbûn, diçirisîn. Carna yek ji wan difiriya û ciyê xwe diguhart. Me

ji wan re digot stêrkên bi dûv. Pîrika min digot, stêrk zarokên ezman in. Ew

jî dimirin, dikenin, şa dibin û dizewicin. 1

READINGS

Belê, em di bin perda tarî de dimeşiyan. Ne haya mirovan, ne jî haya stêrkan

ji me hebû. Stêrk di kêf û sefa xwe de bûn. Destê eskerên tirkan nedigihişte

wan. Tirsa wan ji tu kesî, ji tu quwetî tune bû. Min xwaziya xwe bi

wan tanî. 2

Em berjêrê newalê bûn. Newal devê xwe wek dêwekî vekiribû. Carna em

kaş dibûn, diterpilîn, diketin. Giya, sitirî, kevir li ber çavên me dibûn wek

lawuran, wek cinan. Ji me tirê ku me di jiyana xwe de vê newalê nedîbû. Lê

rûyê tarîtiyê sar e, nexweş e. Di tarîtiyê de qeza û bela tim dikarin bên serê

yekî. Mezinên me beredayî negotibûn, pişta xwe nedin mirovên tarî. Yanî

mirovên durû, bêbest û zalim… 3

Em li dû hev rêz bûbûn. Apo ketibû peşî. Ji nişka ve hestek çirisî. Em

veceniqîn û me xwe avête erdê. Apo bi hesta xwe bersiva wan da û ji me re

got:

—Metirsin. Heval in. Ewê alîkariya me bikin û wê bi me re werin. 4

Çar kes bûn. Bi çek û rext bûn. Yek ji wan Bêrîvanê da pişta xwe. Ên din

bi destên birayê min girtin û em meşiyan.

Destê min û ê birayê min Azad di nav destê ev de bû. Em ji newalê derbas

bûbûn û me dabû qûntara çiyê. A rastî me nizanibû, em bi ku da diçin.

Apo ji me re tiştek negotibû. Min bi dengekê nizim ji Azad re got: 5

—Bîra te tê Azad? Te dît bavo carna digot, ezê hefteyek bikevim binê

erdê.

Azad keniya û bersiva min da:

1 tarî dark; giranî f heaviness; perde f curtain; hay f awareness; stêrk f star;

firiyan to fly away; dûv m tail; zewicîn to get married.

2 meşiyan to walk; kêf û sefa pleasure; xweziya xwe anîn bi to put one’s hope in.

3 berjêrê down (prep.); newal f valley; dêw demon; kaş bûn to fall backwards;

terpilîn to roll; giya plants; sitirî m thorn; kevir m stone; lawur wild animal; cin

genie; tarîtî f darkness; sar cold; qeza û bela misfortune, calamity; tim always;

durû hypocritical; bêbest uncontrolable; zalim tyrannical.

4 heste f lighter; çirisîn to flicker; ve-ceniqîn to be startled.

5 rext m cartridge belt; qûntar f foot of a mountain; nizim low.

147