—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
—Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
cigarek vêxist. Wilo xuya bû ku wê hê jî ew bûyer ji bîr nekiribû. Min jî

nexwest ez zêde bi dû sedemên ku çima “wî bîra xwe bi destên xwe kola”

bikevim, min gotin dagerande ser tiştekî din: 1

—Çi ji xortên kurd yên li Ewrûpayê dikeve serê te? Ew dikarin çi bikin?

—Ger ew bibin yek, ew dikarin her tiştî bikin. Yekîtî, divê hûn yekîtiyekê

di nava xwe de çêbikin. A niha bi dehan kovar û rojname derdikevin, çira?

Ma ger hûn werin ba hev û sê–çar kovar û rojnameyên bi kalîte derxin, ne

çêtir e?

Heya ku ez li ba wê bûm, wê ji min re got, got û got. Destê min ji vê

mirova gotinxweş, zarşêrîn, zana û rewşenbîr nedibû. Di mêvandariyeke

kurt de wê ez hînî pir tiştan kirim, dîrokek ji min re got… 2

Sedsaliya Celadet Alî Bedir-Xan

Nûdem, No. 8, 1993

Di 26’ê nîsana 1893’an de, yanî berî niha bi sed salî mizgînî digihîje Emîn

Alî Bedir-Xan, ku jê re lawikek çêbûye. Emîn Alî Beg bi vê mizgînî û

nûçeya han kêfxweş û dilşa dibe, pêlên evîna dilê wî ya li hemberî jina wî

ya çerkez xurt û gur dibin û navê vî zarokê nûçêbûyî dike Celadet, Celadetê

biçûk, zarok û neviyê Bedir-Xaniyan, ji dinyayê bêhay, ji sirgun û zehmetiyên

jiyanê bêxeber mezin dibe; zarokekî esmer, xwînşêrîn, biaqil û qedirgir

jê derdikeve. Rewşa vî zarokî malbatê kêfxweş dike, biaqilî û giraniya wî

dilê bavê wî Emîn Alî Beg fireh dike, hêvî û baweriyeke xurt dide malbat û

merivên wî. Bavê wî yê xwende û dinyadîtî, ji bo ku lawê wî yê çeleng li

Stenbolê di nava çerxa asîmîlasiyonê de asîmîle nebe, ji kultur û zimanê

xwe, ji stran û çîrokên xwe yên kurdî bi dûr nekeve û mîna kurdekî xwenas

bigihê, ew ji welatê xwe, ji kevnebajarê kultur û medeniyetê, ji Cizîra Botan,

dengbêj û stranbêjên kurd tîne Stenbolê û Celadatê biçûk û jîr bi stran û

çîrokên kurdî, bi hest û hîsên kurdî mezin dike. Celadet car caran naveroka

1 kûr kûr fikirîn to be lost in thought; ketin be dû to go after; gotin da-gerandin

to change the subject.

KURMANJI KURDISH

2

yekîtî f unity; bi kalîte quality (adj); destê min ji … nedibû ‘I couldn’t get

enough of’; gotinxweş well-spoken; zarşêrîn eloquent; zana learned; mêvandarî f

visit; dîrok f history.

120