08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

FOLKLOR

Rengînî û dewlemendiya folklora Kurdî ji zûdaya bala rojhilatnasa, Kurdnasa,

folklorîstan û gelek kesên dinê mayîn kişandiye ser xwe. Mirov nikare bi tenê

folklorê wek çand berhemên hunerî bihesîbîne. Folklor serboroia civatekê ya

dîrokî ye. Civakî hunerî û pêşketina zimanê û wê civatê nîşan dide. Hemû ew

yekan di nav folklorê da gehştine hev, di nav hev de hatine hunandin, ristin, di

dawiyê de defîneke çandî pêk anîne, bûne çavkaniyên potansiyel. Akademîsyên

û pisporê A- T Ganalanyan, vê dewlemendî rengînîya folklora Kurdî wek

“Ansîkopedîya civata Kurd ya jîyînê” bi nav dike Ji ber vê yekê mirov peyvên

folklor û jîyînê ji hev nikare bide cuda kirin. Mirov dikare bêje, folklor bi xwe

jîyîne, lê belê jîyîneke ku huner edebiyat ji xwe re kiriye pêlekan. Ew jîyana ku

em di nav dene,dem-dem rûsar dibe, carcara bîhna mirova teng dike û bêtahm,

bi saya folklorê xwe gihandiye li ser sînorên bedeweiyê. Ev sînorên jîyîn, folklor

û bedeweiyê alîkariya îmkanên hunerî çawa em dibînin herdiçin tenik, zirav,

barîk dibin, ji nûva tên hunandin û tên ristin.

Ji ber dijwariyên dijmin li ser me îro folklora Kurdî baş nayê nasîn. Folklor wek

neynîka civatekê ye, mirov dikarê bi saya vê neynîkê civatê baştir nasbike, bi

hêsanî dikare xwe bighîne kuraya sedsalan. Ji aliyê din, folklor him ji bo ziman,

him jî ji bo edebiyateka nûjên, bingeh û defîneka mezine. Lê ji ber dijwariya

dijmin û qedexebûna li ser zimanê Kurdî ew defîna di nava gel da hatiye

veşartin û sergirtî maye. Elbet bêguman ew defîna rojekê ji aliyê Kurdan ve bê

vekirin û li ser lêkolîn pêk bên. Divê ronekbir, nivîskar û folklorîstên Kurd

pêwistin li pêşiya vê wêrankirin, kambaxkirinê, xizankirine rawestin, çi dibe bila

ma bibe, pêwîst e em hernumuneyeke folklora Kurdî derbasî ser kaxizê bikin.

Folklor carna wek edebiyata devkî, carna jî wek zargotin jî tê bi navkirin,

edebiyeteka kolektîf e, xelkê bi xwe ew edebiyata afirandiye, nivîskarê vê

edebiyatê tûne ne, ew edebiyat bi salan li zer-ziman maye, xwe parastiye, xwe

nuh kiriye, dewlemend kiriye bûye malê gelê Kurd. Beşek ji çanda mirovahiyê

pêk aniye.

Ji pirtûka ROHAT ALAKOM-1993

15

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!