08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Ger di wan rojan de kesekî ji çûyina şer serpêçî bikira, bi rengekî kirêt li ber

çavên gel û endamên malbata wî dihat ciza û kêmkirin((tehqîr kirin) Li rojava

Cizîrê girekî pan heye ku jê re dihotin Sit Nefsiye. Cendirmên Osmaniyan di

hinek rojên taybet de, ciwan û zilamên Kurd li wir kom dikirin û bi tehqîr û

lêxistine ew ber bi qada şer dişandin. Bavê M. Arif di rojeka ji wan rojan de li

ber çavên wî û xwişk û birayên wî yên din ji wan dûr ket. Li ser bûyerên bi vî

rengî mîrasek afirandina stranê ji hunermendê nemir re hat hat afirandine.

Şoreşa Şêx Seîdê Pîran, girtina M. Arif Cizîrî û guherandina hizir û ramanên wî.

Ji vir û pê de şoreş û serhildanên cur bi cur li gelek herêmên Kurdistanê dest pê

kirin. Li sala 1925 an şoreşa Şêx Seîdê Pîran dest pêkir. lê mixabin zêde

nekişand û şorreş bi xiyaneta hevlingê Şêx Seîdê Pîran, ji Qasoyê welatfiroş hat

têkşikandin. Mêrxwas û şêrê mêrên Kurd kom bi kom hatin girtine û serokê

şoreşê û bi hezaran kesên din ji şoreşgêrên Kurd bi dest Jontirkan hatin

deliqandin. Li sala 1926 an M. Arif Cizîrî komek ji xizim û lawên egîd li Cizîrê

bi hev re hatin girtin û ew berbî girtingeha Amedê birin. Piştî çend rojan di

girtingehê de M. Arif Cizîrî hemû şevê bi çavên xwe didît ku heval û hogirên wî

yek bi yek ji wî cuda kirin û pişt re êdî qet ew nedîtin. Ber bi kur çûn û çi bi ser

wan de hat? Her tişt eşkere bû: Tev di taritiya şeva reş de hatin deliqandin û

gehştin kerwanê şehîdên Kurdistanê.

Di wan salan de Kurdbûn li gora bîrdoza Kemelîstan gunehekî pir mezin bû û

mezintirîn guneha M. Arif Cizîrî nû ciwan, Kurdbûna wî bû.

Pişt re ew helwesta dagirkeran rêyeka nû li ber hunermendê me vekir:

welatperwerî, evîna kûr ji bo xak, ziman û dîroka Kurd û Kurdistanê. Riyeka

rast û paqij ji bo Kurdayetiyek rastîn li ber wî hat vekrin“ger Kurdbûn gunehekî

mezine, ez soz û qirarê didim ku vê riya bi şan û bi şeref bernadim.” û şerê mêrê

rojên tengasiyê M. Arif heya mirine ew soza xwe berneda. Li ser wê helwestê

jî di gelek kilamên xwe de mêraniya Kurdan li hember dagir kiran anî ziman.

Ji eskerê xayina dane erdê

Ji hisaba hezar û çil û çare

Bêje rojekê hinde heval

Li cephekê bê hawar

Gotin were ser qolo dest hilîne

Rojê qewimandî rojê me mêrane.

Çima M. Arif Cizîrî li zîndana Amedê nehat deliqandin? û Jiyana xwe ya

piştî azadiyê ji girtingehê çawa domand?

M. Arif Cizîrî heya sala 1929 an di girtingeha Diyarbekirê de bû. Sedema

nedeliqandina wî kêm temaniya wî bû û zagona Komara Tirkiyê nûciwanekî 12-

13 salî nedihat darizandin û deliqandin. Kêm temeniya ew ji mirine rizgar kir, lê

ew çar sal ji bi qimetirîn salên jiyana xwe de di nava çar dîwarên girtingeha

Amedê de ciwan, mêrxas û egîdên Kurd bi wî re bûn, lê dema ew ji deriyê

girtingehê hat derve tenê xwe dît û kesek pê re tunebû. Demekê li ber deriyê

girtingehê sekinî û li bende bû ki heval û hogirên wî jî bên berdan û bi hev re

266

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!