08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Berê xwe daye digo;

Xecê ji xera Xwedê re

Min e zaniba giriye te ji bo çi ye

Eger tu poşmanî rabe here mala bavê xwe

Tiştek di navbera min te da neqewimiye

Kelokekî mezin wê dayiyê erdê

Siyamend dest avête stirhê kelê kovî

Kelê kovî şaxeka veweşandî

Bi çengê Siyamendê malxirab wê dayiye

Di zinara Çiyayê Sîpanê de avêtiye

Siyamendo bi darê banê ve wê mayiye

Xeco bang dikir digo;

Siyamendo ma tu kanê?

Dengê Siyamedî kûr û dûr di guhê Xecokê da diçûyayî

Siyamend bang dikir digo

Xeco bîne werîsê heft gundan

Şilalê heft xiraran

Bîne hevdû vê girêde

Ka Siyamendê malxirab dernaxî ji nav herdû daran

Siyamend bang dikir digo

Xeco, were xwe girê bide bi xemla bûkaniyê

Li serê xwe girêbide poşiya Kurdanîyê

Ber serê min sê cara here were

Ji min re bêje di çîra bûkaniyê

Siyamend bang dikir digo

Xeco, sed caran dilê min hê we

Ez ketime di bextê te w Xwedêo

Ez nizanim piştî tê bibî rizq û nesîbe kê wo

Şeva bûkaniyê ez nizanim te serê xwe danî ser balgika kê wo

Xeco digo; Siyamendo.... Malxirabo..

Tu ê bes bike got e gote

Te goştê laşê min heland

Te cerga dilê min sota

Xeco ciwanê herdû pî jî kirin cot e

Siyamendo va ye ez ê hatim bat e

Guhê xwe bide du aşiqan û diyara

Li serê Sîpanê herdû şînbûne

Yek mêw e ye dî spandar e

498

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!