08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Hey li min dibê

Wey nêriyo, xirabo, li te wî deling hilmiştî,

Wey, delav û av vexwera te, li kelha bikatî

Mexel û pişteroja te, li bin berê qelêştî

Min heyfik û sîsed mixabine, Mihemed begê,‏şêxê nêçîrvana

Nesax e,

Ji loma `Efno kuştin e, Hejale birîndar e

Li Hewlî Kulot maye ne kuştî

Wey dilo, xirabo, ez pîr bûm, ti pîr nabê

Hey li min dibê

Wey‏ `Efno bandikir Hejalo ! ‏

De, ezê li çiya difikirim, çiyak û damayî ‏

De, ezê li Cizîra Bota difikirim

Xwe li heşiyê û reşiyê dayî

De, min heyfik û sîsed mixabine, Mihemed Beg şêxê nêçîrvana

Nesax e

Ji loma Hejale di nav hevoriya de mayî

De, eger hûnê bawer nekin

Herin meqbera Mezin, li qebra Mihemed Begê meyzênin,

Bistik û dulqê nêçîrvana bi taqê kêl, hildayî

Wey dilo, xirabo, ez pîr bûm, ti pîr nabê

Hey li min dibê

Wey de minê tifengek divê ji dest xetê tifenga

Mihemed paşa yî

De minê conîkek derman divê, ne kutayî

De, belê, du‏aşiq û du mşûqa

Bi hev re lê dayî

De, emê biçin serê hewalkî bilind

Emê pêşve berdin Hejalek, ji vayê dinyayê mayî

Wey dilo xirabo, ez pîr bûm , ti pîr nabî

Her weha …..

Belê,

Hêvîdarim ku hûn baş agahdarbin ku ev herdû girtîkên jêrîn, ji sitirana bi

serhatiya lavijê pîr inî

belî girtîka pêşî,‏her di wextê ku lavij ji çolê ve hat, û çûwî serbanê xanî, nik

zavayî û li ser ferşî rojnê rûniştî û paşê ewan lawên li dora zevê, wextî ku teklîf

li lavij kirî, û jê re gotin: “Kure lavij ya te ye û di vê tu lavjikê ji bo me bêjî” .

520

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!