08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Nûdem: Bi a te hezkirina kurdan ji mûzîkê re çawa yê? Yan nifşa îro, ji bo

ku mûzîka îro rewşa wan tîne ziman jê hez dikin an jî bi rastî ji bo ku

mûzîkeke baş tête çêkirin jê hez dikin? Gelo têgehîştineka mûzîkî, çi ji aliyê

hunermendên kurd ve, çi jî ji aliyê guhdar û mûzîkhezên kurd ve heye?

Gulîstan: Gava ku meriv çavekî davêje kultura kurdan, ji ber ku kurdan firsenda

nivîsandina bi kurdî nedîtine û jiyana nivîskî dûrmane, wan her tim hîsên xwe,

kul û derdên xwe, kêf û şahiyên xwe bi riya mûzîkê û stranan anîne ziman. Ez

dixwazim di vir de mînakekê bidim, bi taybetî di şînên kurdan de yanî gava ku

hinek dimirin jineka ku xisûsî li ser yê mirî distirê û stranan çê dike heye. Şerê

ku di navbera eşîretan de çê dibe, li ser egîdî û şervaniya şerkeran tê gotin, li ser

mêrxasiyê tê gotin, li ser tirsonekiyê tê gotin, li ser hezkirin û evînê tê gotin. Bi

kurî di her şahî şînên kurdan de stran heye.

Lê ji ber ku bazara kurdan ya mûzîkê tune bû û civat kurdan civateka girtî bû,

îmkanên pêda xistina mûzîkê jî bi sînor bûn. Ev mûzîka gundî lokalîk dima û

şansê wê yê ku li seranserî Kurdistanê belav dibe kêm bû. Ji ber ku wê çaxê ne

radyo hebû û ne jî televizyon hebûn; ger hebûna jî deriyên wan de bînin ziman

tune bû.. Lê digel vê jî, bi awayekî klasîk mirov dikare bibêje ku hunereka xurt

di nava kurdan de hebû. Ew ne bi tenê stranbêj bûn, herwiha listîkvanên tiyatro

ye jî bûn.

Nûdem: Te got di stranên kurdî yê klasîk de mijara evînê jî cihekî digire. Lê

belê berdewamiya evîna mirov di stranên kurdî de yên klasîk de pir pêrgî

stranên erotik jî tê. Dibe ku mirov vê pirsê ji hunermendekî mêr bike, ew bi

celebekî din bibersivîne. Gelo ji bo çi ewqas erotizm ewqas gotinên vekirî di

stranên kurdî yên gelêrî de hene? Yan hejmara vê celebê mûzîkî ne yek ne dudu,

hema çi bigire, mijarên piraniya stranên kurdî yên klasîk erotizm e. Tu dikarî

mîna hunermendekî jin, sebebên ku di civateke ku di jiyana rastî de gelek girtî û

kevnepîerest e, ewqas bi xurtî erotiz derdikeve pêş, bînî ziman?

Gulîstan: Ez bawer im ji piraniya stranên bi vî babetî ji aliyê mêran ve hatine

gotin. Ji aliyê din ve jî, berî Îslamê, di jiyana kurdan de, di stranên kurdan de

lîberalîzmek heye. Yanî kurd civata kurdan li hemberî nûhîtî û guhertinan ne

ewqas hişk bûne. Lê belê divê mirov vê jî ji bîrneke, yên ku erotîzm dianîn

ziman bêtir mitrib bûn. Ew jî kesî ji wan re eyb nedidît. Kêfa xelkê jî ji wê yeka

han re hatiye û wilo belav bûye. Ger yek cidî rabûya di civatê de tiştek wilo

bigota, ew belkî pir eyib bihata dîtin, loma civatê ew wazîfe dane wan însanên

ku dikarin wê yekê bikin.

Nûdem: Lê mirov di gelek stranan de dibîne ku jin bi xwe jî dibêjin, heta ji bo

ku hezkirina xwe bi dest bixin, an jî xwe bêtir ji bo hezkirên xwe balkeş bikin,

pesna sîng û berên xwe didin wan pêşkeşî hezkirên xwe dikin. Yanî em dibînin

ku ew temaya erotîzmê ji aliyê jinan ve jî gelek hatiye bi kar anîn.

587

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!