08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Xelîl Xemgîn; Bêgumane, da ku mirov rola M. Şêxo binase, pêwîste

mirov merc û astên wê demê jî, bizanibe. M. Şêxo, di kîjan şert û mercan

de, bi çi şêwaz û kîjan kesayet û çi helwestê, cihê xwe di dilê civaka xwe

de afirand û bû xwedî rolek wisa? Ez jî bi bawerim ku M. Şêxo, di

hunera muzîka netewî de, xwedî rolekî teybet û dibîstanek muzîka kurdi

ya resen e! Bê guman, ev mijar hêjayî lêkolînek sosyolojîk e, ev jî

delametek lêkolîner, hunermend û rewşenbîra ye!

Berî her tiştî, pêwîst e neyê ji bîr kirin ku huner û hunermendîtî, tiştekî

seranser bi dînamîka civakê ve têklîdar e, bûyerên civakî, hejandin û

serbin kirina civakê, bi her çi awayî dibe bila bibe, ji sedî sed, wê bi

rengekî xwe di afirandina şêwaza hunerê û derxistina kesayeta

hunrmedan de, eşkere bike! Ev koralek xwezayî ye, te hêz nikare vê

rastiyê biguhêze!!!

Di sedsala bihurî de, dîroka gelê me, bi komkujî û tirajediyên mezin

hatiye nivîsandin! Gelê kurd, ji bo parastina xwe û nirxên xwe, li

berxweda ye, di baweriya min de, di nava wê sedsalê de, ji bo vejîna

hunera muzîka kurdî, du qonaxên girîng û bi wate, bûne telesma vejîn û

nûjenkirina muzîka kudî ku heya niha jî, em bi saya wan her du qonaxan

dikarin xwe îfade bikin! Daku şaş neyê fêmkirin, em dikarin mînaka

birandina şaxê darê bidin! Wekî ku di jiyana rênçberiyê de tê zanîn, ji bo

vejîn û hilberdayîna darê, hin şaxên wê bi zanebûn têne birîn. Piştre, bi

demsala buharê re, şaxên nûjen vedijîn!!!! Ji bo wê, em behsa wan her du

qonaxan dikin!

Qonaxa Yekem, piştî salên 1930 û pêda ye, her wiha, mînakên vê qonaxê,

yên mîna Hesen û M. Arif Cizîrî, Kawîs axa, Meyrem Xan, Hesen Zîrek,

Elî Medan, Taha Tewfîq, Nesrîn Şîrwan, Mehemdê Mamilî, Seîdaxayê

Silopî û hwd. Bi sedan nûnerên wê demê hene!

Her wiha, teybetiyek cuda ya wê nifşê, ji ya dengbêjiya kilasîk hebûye,

ku kilasîka kurdî û dengbêjiya resen, ji xwe re bingeh danîne û bi gaveke

pêş de, nuhkirin û bi demê re, tepkî û reksiyonên xwe îfade kirine! Heger

mirov berhemên wê qonaxê bicivîne gel hev û guhdar bike, bi awayekî

seranser, mirov dîroka serpêhati û trajediya civakê dixwîne û dibîne!!!

Qonaxa duyemîn, ji destpêka salên 1960-70’yan de rû dide, ên mîna

Eyşeşan, Tehsîn Taha, Îsa Berwarî, Mehmûd Ezîz, M. Elî Şakir, Seîd

Yosuf û her wiha Mihemed Şêxo... hwd, nûnerê vê qonaxê ne!

174

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!