08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

jî hunermendên hêje hene ku meriv guhdar bike û ji wan tecrûbaya bigir e.

Nûdem: Te got ku tu zêde li mûzîka hevçaxên xwe guhdarî nakî. gelo

têkiliyên te bi wan re çawa ye? Danûstandinên te bi wan re heye an an?

Seîd Yusuf: Mixabin, çi li vir û çi li deverên din, wilo bû ye, ku divê herkes

muxtarê mala xwe be. Yanî çi bigire kes kesî qebûl nake. Komeleyek çêbibe

divê ew serok be, komek çêbibe, divê ew di serî de be, şevek çê bibe divê her

tiştî di destê wî de be, xwarineke xweş çê hebe divê ew pêşî bixwe, eger tu li

makinek sîwar bibî divê ew şofer be. Loma jî xebata bi hev re ne rehet e. Gava

ku rewş wilo be ji min re jî naserife. Bila kes pesna xwe nede û nebêje em

dikarin bi hev re bixebitin, nebêjin têkiliyên me bi hev re baş e. Ji ber ku ne wilo

ye?

Nûdem: Ev ji çi tê gelo? Mirov dikare bibêje ku di navbera hunermendan

de dexesî û çavnebarî heye? Bi gotineka din reqebet heye?

Seîd Yusuf: Erê, ev ji dexesiyê tê, ji zikreşiye te, ji xwe paraztinê tê. Gava ez

bibînim yekî nû derketiye û xelk lê guhdarî dikin û jê hez dikin, divê ez şerê wî

bikim, ji ber ku bi derketina wî re êdî hew kes li min guhdarî dike. Lo ma ji bo

wê ez xwe biparêzim divê ez ne bi her awayî şerê wî bikim.

Nûdem: Digel ku têkiliyên we hunermendan zêde bi hev re tune ye jî, dîsa

xwestekên we mîna hev in. Hûn çi bigire hemû ji rewşê gazînan dikin, hûn

dibêjin kurd li hunermendan xwedî dernakevin, kasetên wan nakirin, naçin

şevên wan. Hûn çii dixwazin? Divê kurd bi çi awayî li we xwedî derkevin?

An jî gava hûn dibêjin,“kurd” hûn gelê kurd qest dikin, an jî rêxistin û

partiyên kurdan?

Seîd Yusuf: Gava em dibêjin kurd, ji xwe qesta me rêxistin û partiyên kurdan e.

Yanî bi kêmanî ji sedî nod û heşt ew in. Ji ber ku her partî rêxistinek dixwazin

hunermendan berbî xwe bikşînin. Dixwazin ku hunermend di behra wan de

melevaniyê bikin. Ji bilî wî ne ji kesekî din re bin. Ger tu bi ya wan nekî, ew ê

kevir û kuçikan li ser te bibarînin, tu çavên wan de dibî kafir. Daxwaza min ji

partiyên kurda ev ê ku divê ew hunermendan ji xwe re nekin pir û di ser wan re

neçin. Daxwaza min ji wan ev e ku hunermendên xwe azad bihêlin. Ne ku ez

herim ba rêxistinekê rêxistina din şerê min bike. An jî gava ku hunermendek

bixwaze ji xwe re şeveke taybetî çêbike, partiyên kurd ji wan re dibin asteng,

nexwazin xelk here şevên wan, ji ber ku hunermend ne bi wan re ne. Ez kurd im

û xelas. Ew ê çima min mecbûr bikin ku ez bidim dû wan? ne hewceye ku ez

rast bim, çep bim, komunîst bim an jî hevalbendê filan û bêvan partiyê bim.

Yanî dixwazin hunermend mîna topekê (gogekê) di destê wan de bin. Yanî bi

kurtayî ew dixwazin em di bin sîvana wan de bin û me wekî çelekan bidoşin.

457

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!