08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Piştî deng bi tivingan dikeve, xirecir û şerekî dijwar jî pê re pê re dest pê dike.

Mêrikê xerîb kor e, siûda kuştiyan jî tuneye.

Belê, dem dema serê sibê ye. Giregira leşker ajan û çend e‟şîrên xaîn berê

mîratên elemanî xwe didin Elî, Xelîl û Mamê. heta ku reşayî dikeve erdê,

gulleyan li hev dirêşînin. Gava ku dibe şev leşker egir berdidin çar aliyê newalê

û çar aliyên wan bi cemsê leşkerî hatiyê pêçandine. Ji xwe demê ta îro tê

saloxdayin ku heger berbî gundê Qeremûsê ve biçûyana wê rizgar bibyana.

Li milekî xelîlê mala Nasir û fermandar li milê din jî“xefîr makine” girêdane

berê wan her sê mêrxaza dane Qewimê Çiyê

Hecî Sidiqiyê ji milefa ku ji gundê Qeremûsê bû, yek şahîdên wî şerê bi nav û

nîşan bû. Ev jî 9 û 10 sal e çûye ber rehma Xwedê. Himemed Salihê

hemê( Salih Yorulmaz) wiha dibêje.

- Li newala Qeremûsê, ez û Hecî sidiqî çûn ciyê ku şer lê qewimiyê. Wî ji min

re digot “li vir wisa bûye?” Hecî Sidiqî pişt re ji min re got: “ez hatime vî e‟mrê

xwe, min di jiyana xwe de wekî wê şeva ku şer qewimî bû heyv ronahî nedihati

bû. Heyv wisa ronahî bû kî, morîstang li erdê biçûna dihatin xuya kirin û

dîtine.!”

Belê, di wê tave heyvê de Elî, Xelîl û Mamê ji kozikên xwe derketine, him şerê

xwe dikin û him jî berbî makineya ku leşker danîne ve dibezin ku makîneyê

desteser bikin. Wisa jî dikin, çawîşê li ser makineyê tera dikin xwarê. Diçin ser

makîneyê, lê nikarin bixebitînin.

Ji ser mîrata makîneyê têne xwarê. Berê xwe didin hevraz û baz didin. Ku pişta

Qeremsê li pey xwe bihêlin, wê xilas bibin. Xelîl û Mamê ji gulleyan xelas dibin.

Êdî tirs ji wan re nemaye, lê Elî li paş e. Bi gulleyekê dikeve. Li Xelîl û Mamê

diqîre:

- Qey hûnê min li vir bihêlin?

Rast e! Biratî şêrîn û zor e. Li ser Elî de dadigerin. Wexta ku dadigerin, her sê li

vir têne kuştin. Cinazeyên van her sê xweşmêran li pey hespan girêdidin, tînin li

goristana Ferqînê vedişerin.

Belê, wê rojê, bi mêrxasî û egitiyeke mezin ev her sê zarên Mala Eliyê Ûnis

laîqa navê Qewmê Çiyê şerê xwe dikin. Li gel ku Xelîlê Mala Nasir jî dikujin,

wendahiyên mezin didin, hêzên Roma reş û xaînên bi wan re.

Di giraniya şer de, Şêx Evdilqidusê, Şêxê Zîla, ku ew jî yek ji serhidêrên kurd

bû. esker li dû wî bûn jî, bi dengê tivingan re derdikeve serê Çiyayê Qîrê. Serê

Qîrê û Newala Qeremûsê li hembera hev in. Di navbera wan de çemê Bişêriyê

heye. Li serê Qîrê dengê tivingan tê birrin Şêx Evdilqidus:

- Yan xilas bûn, yan jî hatin kuştin!

Lew re jî bi serê hawara wan de nayê.

Em niha jî guh bi ser dengbêjen me hêja Salihê Bênatî, Tayiboyê Sêrtî û

Salihê Qûbînî.

551

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!