08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

1157-QEWÎLÊ XEZALÊ

Xwedî zaro, xwedî tifalê

Evê xezalê çi kiriye

Ji xwe re candek diyê

Nav bexçeyê zilamê Cihû…

Ev zilamê cihû

Çi kirye? Ev xezal

Çû nav bexçê zilamê cuhiyê

Serê gul û beybûna peçandiyê.

Ev î zilamî cihû çû

Xefik ji mal aniyê

Bi rêka vê xezalê,

vê heywanê daniyê.

Nêrî ko xezal ketiyê

Xefka zilamê cîhûyê

Darek anî bi xezal ketiyê.

Carcara vê xezalê di nav

Destê zilamê cuhûyê

Li erşê jorî hikim kiriyê.

Yekî wekî Mihemed Mistefa

Xwe lê beyan kiriyê

Go:

Heqê te li wê heywanî tuniyê

Xwedî zaro, xwedî çêlî yê.

Bila here bide wan

Şîrê berê sipiyê.

Go;

Wê heywanê bexçê min xira kiriyê

Ez bernadim bi xêr û bi

xweşiyê……

Mihemed ban kir zilamê cîhiyê:

Ezê şûna wê heywanê rûnim

li kefaletiyê

Heta here bidê zaroka şîrê

berê sipiyê…

Ew heywana ji nav destê

Zilamê cîhû derketiyê

Mihemed li şûna wê rûnişt

377

kefaletiyê……

Ewê heywanê xwe hilaniyê

gihayê ser zaro yê xwe.

Go;

Lawo bixwin şîrê berê

spiyê.

Yekî wekî Mihemed Mistefa

Li şûna min rûniştiye,

bi kefaletiyê.

Zaroya ban kir;

Lê yadê!…

Em nexwin şîrê berê sipiyê

Heta tu Mihemed Mistefa

Ber nedî ji kefaletiyê.

Xezalê delalê; xwedî zaro,

xwedî tifalê!…

Mîadê zilamê cihû qediyayê

Hat ser Mihemed Mistefa yê

Go;

Nêbeyna min û te

Çar deqiqê mayê!

Zilamê cîhû çû riya xezalê…

Li şopa xezalê erxek kolayê

Ew erx nixûmand, kursek

giya yê şîn li ser dayê…

Xezal gihaye erxê,

Go.

Waya kursek giya yê şîn

Xwedê ji min re dayê.

Ezê bixwim, ez ê herim berdim

Mihemed Mistefayê

Gava çû ser giyayê şîn

Ketê erxê, di erxê de mayê…

Zilamê cihû hate ser erxê

Nêrî ko xezal di erxê de mayê…

Du nihît bi serda berdayê

Pişta vê heywanê şkênaniyê…

Hat cem Mihemed Mistefa go;

Mîada min î te qediyayê

Dû deqîqê di nav bera min

te de mayê!…

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!