08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Em Kurd îro xwedî xemeke giranin. Me dengekî xwe yê herî bilind ji dest da.

Projên Merziyê di nîva rê da man. Ew di rêvîngiya xwe da negehişt qûnaxa

dawiyê.

Belê Merziye can di dawiyê da tenê dibêjim: Rêya te ya jiyanê çi zû û çiqas bi

awayekî tirajîk bi dawî bû!! çima? Ma qey hêvîyên te kêm bûn?...

Xweziya qedera jiyana mirova wiha bi hêsanî bi dawî nebûya...

20.09.05 Almaniya

Di sala 16/09-2005 an li welate Swed li jiyana cave xwe girtin

1000-HEVPEYVÎN Bİ NASİR REZAZÎ RE/Mêrê Merziyê

Nûdem: Birêz Nasir tu dikar xwe bi xwendevanên Nûdem

re bidî naskirin?

Nûdem: Berî ku ez bersiva pirsên we bidim, ez serkeftin ji

kovara Nûdem re dixwazim û hêvîdarim kovara Nûdem di warê

huner û mûzîka kurdî de ji astengê ku hene derxe holê û

çareseriya wan probleman jî hûr bibe.

Ez di sala 1955 an de li bajarê Sînê, li rojhilatê kurdistanê ji dayik bûm. Min

beşê edebiyatê qedand û bûme mamosteyê edebiyatê. Dema şoreş li Îranê dest

pê kir alozî û têkilheviyeke mezin pêkhat û mecala ku ez bikaribim karê xwe

berdewam bikim nema. Bi şoreşa Îranê re li Kurdistana rojhilat şoreşê dest pê

kir. Ez û xanima xwe Merziyê me biryar da em bi hev re çûne nav refên şoreşê.

Heta sal 1984 an, di wê demê de 25 kaset tomar kirin. Piştî sala 1984 an li

Avrupa jî min pênc kaset çêkirine. Min gelek marşên şoreşgerî, niştimanî di

dema şoreşê de afirandin û ev stranên min di nav gel de belav bûn. Ev deh sal in

ku ez û bi malbata xwe ve li Swed dijîm. Ji dervayî kaset çêkirine, li hemû

welatên Avrupa jî min konser û şevan de stran gotine. Min li Kurdistana bakur û

başur jî konser çêkirin.

Nûdem: Dema te dest bi mûzîkê kir çi zehmetî derketin pêşiya te?

Nasir: Dema ku ez yanzdeh û duwanzdeh salî bûm, min dest bi gotina strana kir,

hê di dema zarokatiya min de xuya bûbû ku hunermendî bi min re heye. Dayika

min, bavê min û apê min dengxweş bûn. Gava ku min di dibistana seretayî de

dixwand, di şahiyeke de ez derketim ser sehnê min stran gotin. Dengê mi gelek

bala pir kesên di şahiyê de kişand û min di vê şevê de xelat girt û mamosteyên

min bi min serbilind bûn. Dema min biryara xwe da ku bibim dengbêj,

zehmetiyê esasî ku derket pêşiya min problemên devokên zimanê kurdî bûn.

Kesên ku li rojhilata Kurdistanê bêtir bi hunera mûzîkê mijûl dibûn, kurdê

bajarê Sînê bûn. Devoka wan û soranî ne wek hev in. Ji ber vê yekê dema min bi

soranî digot wan asteng li pêşiya min derdixistin. Lê min biryar re xwe da û

piraniya stranên xwe bi soranî gotin. Min devoka soranî ji xwe re kire bingeh, lê

min bi ziraveyên kurdî yên din jî stran gotin. Ji ber ku piraniya kurdên rojhilatê

214

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!