08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Lo welato bi eşareto...

Va çi eşereto..

Şêx Seîd, bavê kal bi dengekî bilind

Li komên pêşmergan gazî kir

Got:

Dê rabin bavê mino dê rabin

Emê bikin û bilezînin

Lat û zinarên çiyayên Kurdistanê

Ji me re xweş war û mekan bin

De em xwe bavêjin ber kevir û zinaran..

Di bextê we de me, nîşana xwe baş bigirin

Çavên çepê da mirînin, çavê rastê bi ber xwe xînin

Pê re navan li xwe bidin

Bila deng bi ber çiyan bikeve

Çiya deng bidin çiyan û bêjin;

Em leşkerên kurdane, em komên pêşmergane

Canê me ji me re erzane, namûsa bi me biha ye

Em ji mirine natirsin

Ma suç û qebehata me çiye?

Çi heqê dewleta Jon Tirkan li me heye?

Ez di bextê we de me li nefera nexînin

Ew ji wekî me emîr barê Tirkan e

Çavên dayik û bavên wan li rê ya wan e

Fermandarên Jon- Tirkan bêdîn û bê îman in

Nîşana xwe bigirin di navê re

Li teresên yûzbaşî û zabitan xînin

Li têxtikê nînê enîyê xînin

Şepqên serê wan bipêkînin

Di bin lingên milletê Kurda dînin..

Ho Kurda di bextê te de me ji bîrnekin

Ji berê û paşê ve dewleta Osmaniya ne yarê me ye

Dijminên bav û kalên me ne

Ho xwedêyo... tu qebûl neke..

Keç û bûkên me kurdan

Dîsa ketin destê leşkerên Tirkan...

Barê namûsê barekî giran e

Ji ber û paşê de milletê Kurd pê dinale.. lo welato

Bila dîroka bêbext bi hêrsa xwe binivisîne

Sêsed keç û bûkên kurdan, qal û şewra xwe danîne

Li hev gazî kirin gotin:

De rabin em jinên Kurdane,

em ê bikinî û bilezînin

144

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!