08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

1465-XANÊ-1

Xanê digo;

ez mêr nakim

Loy loy loy loy xana min

Bisk û keziyan şê nakim

Rabe rûne sebra min.

Xanê baxçe pîvaze

1466-XANÊ-2

Berê Xanê li tila;

Eskerê Osman paşa li biniya mala

xula xula;

Xila xila tavekî baran hato li hiçka

ebaya

Bedirxan begê,

Kekê Tîlî begê,

Terkiro şil û mila...

Şevoka der şevî,

Weylo malik werano,

Tu çima şer nekî ji eşq û dila

De rabe rabe, fermanliyo, de rabe,

Fermana Bedirxan begê,

Kekê tîlî begê, rabû ji Îstanbulê,

Berê xanê li rewo,

Derîya dêrê li rêwo,

Osman paşa şand Heleba xopan

Topaqalê,

Toqa mezin ji min re bê wo;

704

Loy loy loy loy xana min

Pîvaz bûne giryaz e

Rabe rûne sebra min

Xanê baxçe încase

Loy loy loy loy xana min

încas bûne misase

Rabe rûne sebra min.

Xaîn ne bû li dewletê,

Xaîn bû li hikmatê,

Dengê topan û tifinga xweş tê li pê

me,

Şevoka der şevî,

Weyla malik werano.

Romikê di kûm sor ketine Cizîra

Bota,

Xirab kirine sencaqa eşîreta.

Berê xanê bi lalîka;

Eskerê Osman paşa li biniya mala

hîka, hîka.

Heyfa min tê wê heyfê;

Hate girtin, Esefê Lotî Tehrê

Meymo digel

Girgirê eşîra Cizîra Botan.

Şevoka der şevî,

Weyla malik werano,

Romîkê kûmsorî ketine Cizra Botan,

Xirab kirin cihê zavan û bûka.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!