08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Firat Cewerî: Têkiliya te ya bi mûzkê re kêngê dest pê kir? Di salên te ye

zarokatiyê de dest pê kir, an paşê bi derengî?....

Şivan: Niha, mûzîk di ruhê her însanî de heye, çand û huner di dilê her mirovî

de heye. Tu niha nivîskariyê dikî, ger tu ne nivîskarî nekira, dibe ku tu mûzîkê re

mijûl bibûyayî. Lê carna der û dor jî tesîrê li yekî dikin. Bala mirova li ser çi be

û der û dorê mirov bajo ser çi, mirov ê bi wî tiştî re mijûl bibe. Sebeba ku di

zarokatiya min de mûzîk li min zêde bi pêş ket ew bû, ku tiştên nivîskî qedexe

bûn, her tişt bi tirkî bû. Me nedikarî ku bi kurdî binivîsanda, me nedikaribû

nivîskarî bikira....

Firat Cewerî: Te bi xwe mûzîk hilbijart, ne wilo?

Şivan: Min ji mûzîkê pir hez dikir. Di serê min de galyanek pir fireh hebû, pir

mezin hebû, dinyaka ecêb hebû. Car hebû di serê min de dewlet saz dibûn, car

hebû di serê min de fîlm çêdibûn, car hebû di serê min de şerên mezin çêdibûn.

Car hebûn dilana mezin çêdibûn, car hebûn di dilê min de evînên mezin çêdibûn,

car hebûn di dilê min de dîlanên mezin di serê min û di dilê min de hebûn û

çêdibûn.

Gava ku ez bi rê ve diçûm, carna nola dêhnan li min dihat, ez di hundurê fikir û

ramanên kûr da bûm. Heta xelkê digot, ew lawik dêhn e, çi ye... Carna gava ku

ez bi însanan re rûdiniştim, galeyana di serê min de ez dibirim cîhaneka din,

loma min nikarî bû ez xwe konsantere bikim û bi wan re sohbet bikim. Vêca

carinan însanan li min dihêrîn û aciz dibûn. Gava wan di dema sohbetê de tiştek

ji min dipirsîn, min digo çii? We çi got? Yanî bala min ne li ser wan bû, ez di

jiyana xwe ya hundurîn de bûm. Lê gava ku mirov rûdiniştin û behsa tiştekî

dikirin, behsa çîrokekê an jî serpêhatiyekê dikirin, wê yekê bala min dikşand. Bi

xêra çîrok û serpêhatiya wan ez derdiketim rêwitiyên fantaziyê. ez dikirim cîhan

xeyalan. Ew çîrok û serpêhatî ji min re dibûn stran û min di dilê xwe de ji

kûraniya dilê xwe re distira. Yanî stran û kilam di zarokatiyê de di serê min de

hebû.

Firat Cewerî: Lê der û dora jî tu teşwîq dikirin, alîkariya te dikirin, tesîr li

te dikirin?

Şivan: Tesîra der û dora hebû, lê ew der û dora ez jî tê de dibûm, bi min pir

kêm dihat, pir li paş dihat; min digo cîhana wan pir teng e, divê ew cîhana wan

were guhertin, an jî firehtir bibe. Gava ku min dinya xwe di der û dora xwe de

dida ber dinya derve, min reweşa xwe dida ber rewşa derve, min didît ku em di

hundurê malxirabî û kambaxiyekê de ne. Ji aliyê din ve, gava ku ez li guhertina

wê jiyanê difikirîm, herçiqas bi min zehmet dihat jî, lê ez têdigiheştim ku her tişt

bi destê mirovan çêdibe, yanî ger mirov bixwaze, baweriya mirov hebe, mirov ê

599

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!