08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Wê ji me bistîne şala piştêyo

Heyran heyranê

Ez û heyranê biçin gundiyan

Wê bên pêşiya me sîwarên Romiyan

Wê ji me bistînin şar û kefiyan

Heyran heyranê

1264-SERHAT

469

Ez û heyranê biçîne qirşika

Wê bên pêşiya me sîwarên Çerkeza

Wê ji me bistînin cotê memikan

Heyran heyranê

Ez û heyranê biçîne nava reza

Wê bên pêşiya me sîwarên Lalîskan

Wê ji me bistînin cotê gîska

Hozan Serhat (1970-1999) hunermendekî bi nav û deng û şehîde tekoşîna

azadiyê ye.

Jiyan

Serhat di 24'ê tîrmeha 1970 yî de li Zêdkana (Eleşgirt)

Agiriyê tê dinê. Malbata wî bi eslê xwe ji Patnosa Agirî ye.

Süleyman Alpdoğan (Serhat) ji du xwişk û sê birayan ê

herî biçûk e. Serhat zarokatî û civantiya xwe li Patnosê

derbas dike; heya lîseyê li vir dixwîne. Hîn di 7 saliya xwe

de bala wî diçe ser tenbûrê.

Di salên 1985–86 an de ku du sal di ser despêkirina şerê

çekdarî ya têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê re derbas dibe, têkoşîn germ û

berfireh dibe. Li hemberî vê, şaxa şerê taybet ê Tirkiyê jî vala nasekine û

taktîkan diafirîne. Di encama vê yekê de li Tirkiye û Kurdistanê furyaya

hozanên zarok dest pê dike. Bi vî awayî ciwanan dikişînin ber bi vî aliyî de.

Süleyman jî wî çaxî ne di zanîna neteweyî de ye û dikeve nav vê bazarê. Ew ji

bo ku kaseta xwe ya yekemîn çêke diçe Stenbolê û li wir bi navê Murat Esen

kaseta bi navê Gulo derdixe. Di heman demê de yek ji wan hozanên biçûk jî

Emrah e. Süleyman demekê bi Emrah re li malekê dimîne lê paşê vedigere

Patnosê. Ew di sala 1988 an de dikeve azmûnê û Konservatuwara Dewletê ya

Zanîngeha Egeyê beşa Muzîka Tirkî qezenc dike. Salên konserwatuwarê ji bo wî

dibin salên xwe pirsiyarkirin û li xwe vegerînê. Ew li vir giraniyê dide nîqaşên li

ser di rastiya Kurdistanê de divê rista huner û hunermend çi be .

Li zanîngehê ew û jineke bi navê Yildiz hev û du nas dikin û di 91 ê de

dizewecin. Di tîrmeha heman salê de jî her du beşdarî nav refan dibin. Yildiz, ku

niha li Girtîgeha Amasyayê ye li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 mehan cezayê hepsê

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!