08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Karwanê Mûsilê hat û ji min bihurî

Zahirê li hundirê qesr û qonaxê digirî

Dihere û tê ye,

Bala xwe dideyê ku serê qantirekî

derket ji hêla rê ye.

Feqîrek li sîwarê qantirê dimeşin li serê rê ye

Zahir got:

Ya rebbê îzzetê,

Ev mizgîn çûyina nameyê ye.

Got: Qantirçiyo ez ketime bextê te û Xwedê ye

Gelo tu yê berê xwe bidî ku û herî kê derê ye?

Got: Lê Xwengê ez dikim herim bajarê Mûsilê ye

Zahir got:

Zilamekî min heye li bajarê Mûsilê ye

Ez dixwazim namek jê re bişînim

Ne qaçax e, weke sirrê dewletê ye

Qantirçî got:

Lê xwengê, xwedê li kesî neke kirasê feqirî ye

Zahir destê xwe li paşila xwe digerîne

Sed û pêncî zêran heqê qantirçî dertîne

Qantirçî çer ku zêran dibîne,

Ez nemînim çawan dilezîn e...

Qantira xwe dibe li mezatê difroşe,

hespekî çê distîne

Nameya Zahir li beriya xwe datîne

Dibêje: Lê xwengê nav û nîşana xwediyê namê kî ye?

Zahirê dibêje:

Lo de yan e, lo de yan e, lo de dilê min li yan e

Derdê min jî alî Xwedê ve pir giran e

Ne îlac û ne hekim û ne derman e

Gava ku tu gihayî bajarê Mûsilê bi ferman e

Ji ciwanên bajarê Mûsilê bipirse

Gelo qonaxa Tahir kîjan e?

Hema, qantirçî ji Zahir xatir xwest

û da lingan e....

Qantirçî giha bajarê Mûsilê bi ferman e

Bala xwe dayê, çend xort li hev ciwiyan e

Got:

Gelî xortan ez ketime bextê we û Xwedê ye

Ka hela bi min nîşan din kanî qonaxa Tahir kîjan e?

Xortan bi awirên çavan îşaretên destan nîşan dan e

637

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!