08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Bişarê Çeto bankir:

Hecî Mehemedê Mistê Reşkotî Mêzeke,

Pênc sîwar ji jêr da tên û dilezînin,

Yek Xalidê, yek Hemîdê û yek Hûsniyê

û yek Rizganê,

Tu carî derbê giran ji destê wan ne dîne,

Hema bi tirsê ji sîwarê şîn bozê sîwarê pêşîn e.

Ez nîşana wî ji te ra hildim,

Wa ya Mehemedê Eliyê Îbrahim e,

Bavê Xezebê kinê gurover e.

Rojê yoxulmê giran bi ser kozikê lawê bava da,

di cadînê, kozê kurê bava daîm bi ser da dişîne.

Rojê yoxulmê giran daîma ,

Sûstemê mîryê ji destê kurê bava derdixîn;

Îro mêr be nava xwe bişidîne,

Bi qedrê Xwedê bî,

Em îro of û xweşî ya xwe ji destê bavê

xezebê nebînin.

Emînê bankir;

Hezerê rebenê Xezebê por kurê,

Îro şer çîya li mala bavê min û te,

Şer bi dûr kir şehîdê Mehmed Eliyê Îbrahim

Bavê xezebê gelek hene,

Bi welînê lawê bava ra bi holbûnê,

Cefî û êgal re bi dûrtînê,

Gamêşê gira re rahîşt nava xerzaniya,

Êrîşa kire ser koza, Hecî Mehmedê Mistê Reşkotî.

Kula Xwedê bi kul bê tê keva mala

Hecî Mehmedê Mistê Reşkotî û Evdulezizê,

Ba Filê û Eliyê lawê Cibo gulak lêxistine,

Li bejna Mehmedê Eliyê Îbrahîm li hêla

Rastê, parçê cegerê qolonve sor kirine.

Emînê bankir:

Nûrê por kurê îro çira mala Nasir tefandine,

Ocaxê mala Nasir ji binda kur kirine.

Hezerê rebenê çi bû, çi çiriya?

Roj di nîvro da, şikiya gulê û barûdê

segmanê, mala Nasir lê qediya.

Min îşev xevneka nexêrê dîbû,

Min dî govendek bi du def û bi du zurna,

Li hewşê ye mala bavê min û te digeriya.

556

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!