08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

795-KAWÎS AXA (1889-1936)

BİLBİLÊ ÇİYA Û ZOZANÊN KURDİSTAN

Biyografiya û çawaniya destpêka jiyanê:

Hûnermêndê nemir Kawîs Axa Kurê Ehmedê Cemîlê

Herkiyê.

Navê dayika wî Leylê ye. Herkî mezintirîn eşîreta başura

Kurdistanê ne ku heya çend salên berî niha jî jiyana

rewandiyatî(koçerî) ji germiyan ber bi kustan û zozanên başur û hinek herêmên

rojhilatê Kurdistanê dewam dikirin. Lê niha ji ber guherandinên siyasî û civakî û

helwesta dijmin li hemberî doza Kurdistanê bi piranî li ser erdên xwe karê

cotyarî û rençberî yê dikin. Ev eşîreta mezin ji sê likên: Sîdan, Mendan û

Herkiyên Serhedî pêk hatiye. Malbeta Kawîs ji Herkiyên Sidanî ne ku niha bi

piranî li wilayeta Ûrmiyê(rojhilata Kurdistan) ê ne. Ehmedê Herkî du kurên wî

hebûn: Yek kakweys û yê din Kino. Kakweys ku dibe hûnermêndê nemir Kawîs

Axa li sala 1889 an de hatiye rûyê dinê. Cihê ji dayik bûna wî hinek kes dibêjin

gundê Şêxkanê ye ku dikeve deşta rojhilata bajarê Mûsilê, hinek Herkiyên

herêma Ûrmiyê jî dibêjin Kawîs li herêma Deştbêlê (dikeve bakura bajarê Şino)

hatiye dinyayê û ji Herkiyên rojhilata Kurdistanê ye. Lê Ehmed kurê Kawîs Axa

li Hewlerê gote min: Babê min li sala 1889 an li Kurdistanên Çarçela Herkiyan

(başura Kurdistanê) hatiye dinê ku ev gotin ji du gotinên jor rastir e.

Li bihara sala 1889 an Ehmedê bavê Kawîs diçe diçe ser dilovaniya Xwedê.

Kawîs, dayika wî Leylê û Kino bêkes û bê sermiyan dimînin. Leylê di destê her

du kurên xwe re digire û bi heceta çûyina zozanan mala xwe ji gundê Şêxkan

bardike Meta Kawîs biskê(xuşka Ehmed Hekî) di gel mêrê wxe xwe Xanemîr li

kustanên derdora herêma diyana li warê kunemar konê xwe hilda bûn. Leylê bi

zarokên xwe re diçe cem dişa xwe Biskê. Xanemîr bi dilgerî wan pêşwazî dike.

Mîna bavekî ji Kawîs û Kino hezdikir û serperestiya wan dike, piştî salekê

Kinoyê biçûk bi nexweşiya sorika dimire. Êdî hemû kes û werisê Leylê tenê

kurê wê Kakweys e, bi can û dil kurê xwe xwedî dike, tim hişyare ku tu bela

neyên serê wî. Ji ber ku hemû mal û dewleta Leylê li dinyayê da Tenê kurê wê

Kakweys bû. Piştî demekê xwerziyên Leylê Derwêş Çelebî(şeto) di xuşka xwe

ya dengxweş jî ji Amediya Behdînan xwe digêhînin cem xaleta xwe Leylê li

kunemarê û dibin cîranên wan. Hogirî û dostaniyeka baş di navbera Kakweys û

Derwêş Çelebî de çêdibe. Ev dostaniya heya dawiya jiyana wan dewam dike.

Kawîs çavê xwe bi sirûşta rengîna deşt û çiya, dol û newalên Kurdistanê vekirin.

Ji bo Herkiya rewand sînorên dest çêkirî li ser xaka Kurdistan bê qimet bûn. Ji

gundên deşta rojhilata Mûsilê Herkiyên xwedî pez diçû zozanên Mirgewer,

Tirgewer, deşta Berandûzê, deşta Bêla Herkiyan, Çarçela Herkiyan, warê

Mambizan, Mêrgezerê, çiyayê Dalanper û çiyayê Çil mêrên Şehîdan ku tev li

23

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!