08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

ûnin,

Min xewnek ji xewnê şeva dîye,

Mîr Mehmûdê Cindî li tenişta,

Sêvoka Hecî rûniştiye, ji xwe re

dikin kêf û

Henek bi helalî ye;

Heyanî ku xewa her du ya hatiyê,

Soz û qerar bi hev re dan,

Gustilkê xwe bi hev guhertiyê.

Tev lo dilo, tim lo dilo, dil bi kulo

dilo...

Herkes li textê xwe raketiyê,

Hatin morika xwe xistin guhê

Mîr Mehmûdê Cindî û Sêvoka

Heciyê.

Tev lo dilo, rezîlo dilo, dil bi kulo

dilo...

Tozo, Domo, Tutuno, şev li

Nîvê şevê, seet li şeşan, rahiştin

Textrewanê Sêvoka Heciyê,

Berê xwe dan bajarê Tunis û Xedra,

Li odeka bav û kalê wî danîye.

Mîr Mehmûdê Cindî, lawê

Mîrekê Palo, sibê roja taştiya.

Çavê xwe ji xewa şîrîn vekiriyê,

Li dora xwe nêrî ku tiştek tuneyê.

Bi dilekî kul û şikestî, derket

Ber devê derî;

Nêrî ku bavê wî li ber derî sekiniyê.

Bavê mîr Mehmûdê Cindî, li mada

mîr

Mehmûdê Cindî nêrîyê.

Nêrî ku maada wî giran e, go;

Lawo, rûhê min bi qurbana rûhê te

be, hewala te çi ye?

Go, yabo min şeva çûnî xewnek

Ji xewnên şevan dîyê....

Ez nizanim xewna min şeytaniyê,

Û nezanim rehmaniyê.

Mîrekê Palo go;

479

Lawo mîr Mehmûdê Cindî, xewna te

Şeytaniyê, ew şikla şeytanî û

lanatiyê;

Gava ku ez xort bûm, li mala bavê

xwe bûm,

Min gelek cara xewnê wiha dîtin,

Şeytan lanet le hat,

Xwe dixe şibayina qîza xelkê,

Tê li civatê xortê genc sekiniyê

Wê gavê mîr Mehmûdê Cindî

pirqnî pê ket,

Keniya go;

Yabo xewna min ne Şeytaniyê,

Xewna min rehmanî yê.

Bila Xwedê bike miradê dilxwaza;

Miradê lawê te jî bike bi Sêvika

Heciyê

Tev lo dilo, tim lo dilo, dilo bi kulo

dilo...

Wê gava mîrekê Palo, li maada

lawê xwe nêrî,

Go;

Lawê mîr Mehmûdê Cindî, hewala

te çî yê?

Mîrekê Palo li maada, mîr Mehmûdê

Cindî

nêrî, nêrî ku î dîn bû ye,

Îsmê aqil li serl wî nemaye.

Tev lo dilo, tim lo dilo, dil bi kulo

dilo û

Rezilo dilo... tîra xeybaniyê lê keto

dilo...

Wê gavê mîrê Palo rabûyê ser piya

Hêdîkî bi lingê Mîr Mehmûdê Cindî

girt

Qeyd û merbend lêxistiye; xist odekê

derî lê

qeydê kir.

Mîrê Palo çû cem şêx û mela,

Jê re bikê nivişta nêriyê...

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!