08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Nûdem: Lê tiştekî din jî heye, êdî em demeke din de dijîn, dema

bajarvaniyê; an jî dema komunîkasyon û têknolojî yê. Jiyana gundîtiyê li

paşa dimîne, ji berdêla wê celebe jiyaneka nû derdikeve hemberî me. Yanî

sinifa û kategoriyên civatê li kerekter diguherin, li gorî vê jî stila jiyaneka

nû, daxwazên mûzîkeke nû jî derdikeve holê. Di şûna mûzîka yekdeng de,

mûzîka pirdeng dibe daxwaz û armanca nivşê nû. Gelo ji kurdan yên ku

bixwazin bersiva vê demê bidin hene?

Gulîstan: Belê, hene, yek ji wan jî kurê min e. Wî niha bi her awayî bala xwe

berdaye ser mûzîka nû. Ji ber ku kurd jî perçeyek ji dinyayê ne, divê em jî di nav

guhertinên dinyayê bêne guhertin. Ne bi tenê ji aliyê şikil ve, bivê û nevê ji aliyê

stîla jiyanê ve jî tenê guhertin. Ev yeka han xwe di mûzîkê de jî nîşan dide. Divê

wilo jî bibe. Ji ber ku îro bi hezaran, bi deh hezaran, heta ez dikarim bibêjim bi

sed hezaran xortên kurdan li bajarên mezin dijîn. Ev nivşê han daxwaza tiştê nû

jî dike, ew nikarin di nava jiyana bajarvaniyê de. Mîna gundiyan bijîn.

Xwestekên wan, armancên wan, dinya wan cihê ye. Ez bawer im hunermedên

ku bikaribin bersiva hewcedariyê wan bide, wê dîsa ji nav wan derkeve. Ji ber

ku ez ne bawer im ku wê hunermendekî gundî bi kultura gundîtiyê li gor

daxwaza û hewcedariyê jiyana bajarvaniyê rabe.

Nûdem: Yanî di nava jiyana bajarvaniyê de, di stresa jiyana bajaran de, êdî

hew mûzîka folklorîk mirov têr dike. Divê mûzîkeke li gora vê jiyanê hebe

ku mirov têr bibe.

Gulîstan: Mirov dikare bibêje ku mûzîk terapîya ruh e. Mirov dikare bi mûzîkê

bigirî, bi mûzîkê şa bibe. hemû babetên ku mirov pê ruhê xwe terbiya dike, rehet

dike, têr dike, mûzîk e. Ez dixwazim vê bibêjim, jiyana ku em rojane dijîn û

mûzîk pir bi hev ve girêdayî ne. Gelek caran gava ku dilê mirov teng dibe,

mirov li mûzîkê guhdarî dike, dilê mirova pê rehet û fireh dibe, jiyana reş li ber

çavên mirov xweş dibe, mirov ji diltengiya xwe azad dibe.

Nûdem: Tiştekî din jî heye ku gelek caran bala min dikşîne. Hin komên

mûzîkê, an jî hin stranbêj bi enstrumamên modern, lê belê bi kincên

folklorîk derdikevin ser sehneyan. Tu ji vê re çi dibêjî?

Gulûstan. Gava ku civatek were pelçiqandin, hebûna wî were înkar kirin, ew

milet, ew civat jî dixwaze xwe nîşan bide, dibêje va ye ez heme, ez dijîm,tu çi

awa dikrî min înkar bikî? Hetanî niha ev kompleksa hebû, ez bi xwe vê yekê

weke kompleksekê dibînim. Me jî ev yeka kir. Lê bawer im divê êdî kurd xwe ji

vê kompleksê xelas bikin. Gava ku mirov govenda folklorîk bigire, an jî stranên

folklorîk bibêje, ev tiştekî tabiî ye ku divê mirov kincên folklorîk li xwe bike, lê

belê gava ku mirov stranên nû dibêje, qet jî pêwîstiya lixwekirina kincên

folklorîk nake.

590

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!