08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Be beşdar bûna nêzîkî sed kesî wî defna goristên dikin. Gora Kawîs li Herêşim

ye. Li ser mirina Kawîs Axa du gotinên din jî hene: Hinek kes dibêjin Cewê

xanima axayekî li herêma bakurê Hewlêrê bûye pir bedew bûye, Kawîs di

gereka xwe de dibe evîndar wê strana Cewê li ser xatira wê dibêje, kes û karê

Kawîs ji bo xwe kêmhurmetî dibînin û Kawîs dikûjin. Gelek kes ji Herkiyên

rojhilata Kurdistanê jî dibêjin Kawîs bi destê axeyên Herkî hatiyê kûştin ji ber

ku axayên êla Herkî piştgiriya şoreşa Şêx Mehmudê nemir nekrine, Kawîs jî li

ser xiyaneta hinek kurdan stran gotine pesna serokê kurdan daye, ji ber wê

helwesta xwe bi destê wan hatiye kûştin. Lê ji bo van du gotinan dawiyê tu

belge destê me de tune. Du kur û keçeka wî heye.

Çavkanî: Gotûbêj bi kurên Kawis Ehmedê û Mihemed re hatiye kirne.

22.07.1994

Kovara Huner hêjmar 1

Kakşar. C Oramar.

Not: Xwendavanên hêja, bi rastî jî Kawîs Axa ne tenê li çar aliyê Kurdistanê

deng daye û dengê xwe belav bûye. Li hemî rojhilat û rojawa jî. Ez bi xwe jî

kurdên sûrgûniyê me. Em wexta ku biçûk bin me navê Kawîs Axa bîhstî bû. Di

salên 1960 an de. Radyokî bi navê dengê Îranê beşe Kurdî weşanên xwe dikirin.

Ew denga hetanî derdorê Anqerê û Qonya, Tokatê, û ciyê din dihat bîstine.

Gundiyên me hemî li li seat li şeşa ber radyo kom dibûn ku dengê stranê Kawîs

Axa guhdar bike. Ew denga pir li kêfa mezinên me diçû. Bi qasî sê çar mehan

me ew radyoyê dengê Îranê Beşê Kurdî gudar dikirin. Bi careke re dengê Kawîs

Axa û Radyo wenda bû. Bav û bapîrên me bi seatan li wî dengî digerîn nedidîtin.

Herkesî ji hev pirs dikir gelo ew denga çi bû? Lê em îro dizanin ku ew denga ji

aliyê Roma reş ve hatiye qedexe kirine. Dewleta roma reş nota li ser notayê dane

Îranê, em jî dengî aciz dibin. Hûn bi me re dijminatiye dikine.

KAWİS AXA Û STRANÊN WÎ

BeLe DiLber- BeLe Hey LoLo- BeLe Lawiko- BiLmez- Ceme CeteLe- De

Here- DeLeL- Dotmam- Erebe Cane- EvdiLkerim- Genc XeLiL- Gewrana-

Lawiko- Lo Lo Peyayo- Mahmud- Mamir- Mir Penco- Nare Hey Nar

- XeLito

31

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!