08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

999-MERZİYÊ REZAZÎ

Merziyê Rezazî: Baweriya min heye ku

wê di pêşerojê de gelê kurd qîmeteka

hêja bide hunermendên jin.

Nûdem: Gelo întresa te ya mûzîkê bi

hevdûnasina te û Nasir Rezazî re dest pê

kir, an ji întreseyeke te ya wiha berê hebû?

Merziyê: Dema ez zarok bûm hezkirina

min ji mûzîkê re pir hebû û pir dihat. Ez

diçûm dibistanê û li dibistanê min stran

digotin. Heval û mamosteyê min ji dengê

min dieciban û hezdikirin. Malbata min nedixwast ku ez stranan bibêjim û bibim

hunermend. Bi awakî giştî civat jî li dijî hunermendiya jinan bû. Lê min tu carî

difikir û bawerya xwe de ev normên malbat û civatê qebûl nedikir. Dema min

dibistana bilind xelas û bûm mamosteya dibistana seretayî, min Nasir naskir û

me biryara xwe zewacê da. Malbata min û mirovên nêzîkî me, li dijî zewaca min

derketin ji bo ku Nasir hunermend bû, nedixwastin ku ez pê re bizewic im. Lê

digel hemû astengiyên malbat û civatê, me biryara xwe da em zewicîn.

Baweriya min ew bû ku ez ê bikaribim hunermendiya xwe bi Nasir re bi pêş ve

bibim.

Nûdem: Nasir Rezazî di heypeyvîneka xwe de diyar kir ku weke

hunermend gelek astengî derketin pêşiya wî. Ez bawer im astengiyên ku

derdikevin pêşiya hunermendeke jin wê bêtir bin. Dîtina te di vê derheqê de

çi ye?

Merzîyê: Di civata kurdan de mêr pir serbest û azad in. Digel ku ev serbestî ji

bo mêran heye jî, dîsa ji aliyê malbat û civatê de ji bo hunermendiyê astengiyên

mezin derdikevin pêşiya wan. Helbet ev bêtolaransiya civatê li hemberî jina

hunermend bêtir e. Min gelek caran ji bo dengbêjiya xwe ji dê û bavê xwe lêdan

xwariye. Hemû malbata min bi çavekî li min dinhêrîn. Tev ku ez niha zewicî me

û dayika sê zarokan im jî, ez dîsa nikarim bi rehetî tevgerê bikim. Lê digel hemû

zahmetî astengîyên civatê baweriya min bi pêşerojê heye ku wê gelê kurd

qîmeteke hêja bide xebatê hunermendên jin jî.

Nûdem: Hunermend gelek caran ji hev didexisin. Gelo ev hesûdî di navbera jin

mêrekî hunermend de jî heye?

Merziyê: Gotina hesûdî belkî bêjeka giran be. Baweriya min divê reqebet di

navbera hunermendan de hebe. Ji bo pêşketina hunerê reqebeta di navbera

hunermendan de tiştekî pêwîst e. Cihekî Nasir yê taybetî heye û daxwaza min

ew e ku ew her bi pêş bikeve.

Nûdem: Tesîra te li ser Nasir çi ye?

Merziyê: Min dixwast ku Nasir bi xwe bersiva vê pirsê bide. Lê ez ê dîsa bersiva

te bidim. Gelek hunermendên jin gava ku dizewcin, xwe dûrî hunerê dikin. Ez bi

208

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!