08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

kengî bûye destan gelo? Ya rastî dezawantaja ji bo hunera me, encex dema ku

siyaset ( tevayî siyaseta kurdan ) bête xetimandinê ye!

Di vê derbarê de û li ser pêwendiya jî, dixwezim bi kurtî bînim ziman, mîna

hemû beşên civakê, em bawerin ku heger pêwendiyên rêkxistinên me ên netewî

baş bin, bê guman, têkliyên sazî, dezgehî û hemû derdoran jî, bi awayekî

otomatîk bi pêş dikevin,

ev realiteyek xazayî ye, li hemu dinya yê jî her wisa ye....

Gelo tu bi xwe wek hunermend dikarî bi awayekî azad hunera xwe pêk bînî?

Ji ber ku hemu derfetên ku hene ( tv U hwd.) di destê rêxistinên siyasî de ne?

Bê guman e, azadî utopiyek ji bo ramandin û ponijandina mirov e, di karê

hunermendiyê de, di warê felsefî û sosyolojîk de tîmarkirin û xudîkirina vê

itopiya yê zor pêwîste!, heger mirovek xwe di reml û xêza xwe de, di helwest û

baweriya xwe de, xwe azad û zîrek nebîne û hewil nede, di serkeftina karê

hunerî de divê ku gumanên merev li ser hebin! Raste, weku me aniye ziman,

kirîzê pêwendiyên rêxistinên netewî, bandorek negatîf li kar û xebatên hunerî û

hunermendan dike, di serî de jî, bandora ne zelaltiya siyasetek çand û hunerî a

netewî ye...! ez weku mirovekî welatparêz, weku kedkarekî çand û hunera gelê

xwe, ji bilî rêxistin û li başûrê welêt hikumeta federal û saziyên me ên netewî,

hemu rêxistin,hikumet, zagon... bi kurtî dewlet û pergalên wan, weku ên xwe

nabînim û ji bilî xwasparî û koletiya min, tiştekî min temsîl nakin kî! Bi hemu

hêviyên xwe ên mirovatî, dixwezim her tişt û derfetên hikumet, rêxistin, partî û

saziyên ên me hebin û her tim mezin û bilind bibin! ma rumeta gel ne eve?

Kekê min, di vê derbarê de, esil zîrektî û serwextiya hunermend û zexma

afirandêriyê gelekî pêwîste, heger bi rastî kesekî hunermend be û li hemberî

civaka xwe, xwe berpirsiyar hîs bike, “ qet tucaran qesel û şîn-çawîr di bin lat û

zinaran de namîne, kengî roj helat, ewê xwe nîşanî rû yê rojê a pîroz bide!

Ji bilî hunermendiyê, bi qasî ku dizanim karê we ê studyoyê jî heye, ev

studiyo a we ye? Karê studiyo yê çawa dimeşe?

Hun karekî çawa dikin, tenê ji bo hunermendên kurd e an hûn jib o

biyanîyan jî kar dikin?

Keko karê studiyoyê, mîna pêdiviyekê, ji bo xebata muzîkê zor pêwîst bû, belê

studiyo a min e. Em tevî hevalên xwe ên hunermend, ji dêvla ku biçên deriyên

xelkê, bi derfetek azad û hesanî xebatên xwe li vir dimeşînin, her weha, ji bo

ciwanên kurd ku dixwazin gavê bavêjin nav qada hunerê, bi qasî ku ji destê me

tê, em alîkarî û rê nîşandinê hewil didin... bê gumane, ji ber ku studiyo ya me li

gorî standart ên îro ne, gelek kom û hunermendên biyanî jî, kar û xebatên xwe li

721

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!