08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Emîn bankir;

Melesê lawo ez û tu qijikê ser diyara.

Şaxê rebenê, Melesê por kurê,

Şewaşî bişewite, bi kevire,

Ez bala xwe didimê,

Sibê bû sê sîwar têne û dibihurine.

Sîwarê pêşiyê Bedirxanê Emer e,

Dil kafir e û sîwarê ortê Mehmudê Emer Beg e,

Dev doste û bi zik dijmine,

Sîwarê dawiyê Mehemed Elîye Emîn e.

Ez bala xwe dideme Şewirke giran danîne,

Qala kuştina kurê Sa‟dûn, kekê Melesê Seisê

Belçiqê qise danîne bahs kirine.

Emîn ban kir;

Melesê por kurê,

Sibê bû Şewaşî bişewite wa bi tirî.

Min dî sibê bû sê sîwar tê ne û dibuhurine,

Bala xwe dideme sîwarê sîwarê pêşiyê

Bedirxanê emer e; kafirê bi şewqê kirî.

Melesê por kurê,

Here pêşiya Bedirxanê Emer,

wî gawurî, bibêje çam we li ber li ber destê

Şêx Osmanê lawê şêx Emîn tobê kirî;

We îro girtine ser koşk û qonaxa,

Qadê Sad‟un kekê Melesê,

We sond xwarine û teleq xwe avêtine.

Çawa hûn di keçik û kura ne buhurî.

Qado ban kir;

Emînê dayê, min ji vira heta bi wira ,

Sibê bû şerek çêbû, li Şewaşiyê û li başekê,

Li navbera herdu gira.

Emînê daê, şîrê xwe li min helal ke,

Ezê birevim mala Hemo, Xêro, malek xaîne,

Tirsa min tê ji wê tirsê, wê di pê bikujin

Melasa gewr û Mehmûdê bira.

Şahidê Qeda Sad‟un kekê Melesê gelek

Hebûn, ji şefaqa sibê da,

Heta mexribê ne hiştiye ku ji mala Hemê

Xêro, bira hefadiye bike li meyta ra.

Sibê bû dilê min di xemê da,

Bira şerek çêneba, li milê ziyaretê li perê

371

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!