08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

778-KAWA

Hozan Kawa

Çiqas ku bizava Kurdan ya siyasî û rizgarîxwazîyê ber

bi pêşve diçe, hunera Kurdan jî di gelek qadan da tê

gûherandin. Ciwanên Kurd gelek modern difikirin û kar

dikin ku nasnameya muzîk û hunera Kurdan bi gelên

cîhanê jî bidin nasandin.

Hozan Kawa bi hêz û evîneke kûr ya ji bo stran û

awazên Kurdî çend sale ku ji armanceke wiha pîroz re di liv û lebateke bêwestan

da ye.

Kawa di gundekî herêma Serhedê li bakurê Kurdistanê hat dinê. Gundê Palas

yê girêdayî bajarê Mûşê jî mîna gelek cihwarên din bi dengbêjên xwe naskiriye.

Li serhedê dengbêjên mîna Evdalê Zeynikê, Şakiro, Reşo, Husêynê Muşê û

gelek kesên din heya roja îro jî mîna xwîndingehekê tên hesibandin. Kawa di

etmosfêrekî wiha da û li jêr bandora deng û hunera hunermendên Serhedê çavên

xwe bi roniya cihanê vekirin.

Dayika wî( Gulêya Elif) rojekê jêre wiha gotibû: “ Lawê min ez şîretekê li te

dikim ku piştî mirina min jî qet ji bîra neke: Ger tu dixwazî ez bi serbilindî te ji

xwe re lawikekî hêja bihesibînim û ji te hez bikim, divê tu vî dengê xwe yê xweş

bêxî xizmeta hunera Kurdî û mîna Reso, Şakiro û Evdalê Zeynikê bibî xwedî

navekî bilind û bêmirin….“.

Kawa ji yazde(11) xwîşik û biran yê kurê herî dawiyê yê malbatê ye. Bavê wî jî

li ser kar û xebata wî ya hunerî gelek geşbîn bû û jê dawa dikir ku bibe

welatparêzekî baş.

Kawa xwîndina xwe ya olî di medreseyên Kurdî da da destpêkirin. Li rex vê

xwîndina xwe ya dibistanê jî bi zimanê Tirkî didomand. Lê cîhana bîr û ramanên

Kawa tenê di jiyana huner û muzîkê da dibihûrî. Ji ber wê jî xwîndina xwe di

nîvco hişt û xwest ku bi yekcarî bi awayekî profesyonal karê muzîk û hunerê

bike.

Li ser vê armancê ji 15 saliyê û pêda di nava xelkê da dest bi strînê kir. Sala

1987an li bajarê Muşê bi komeke muzîkê dest bi gotina stranên rojê kir. Herî

zêde ew di bin bandora stranên gelêrî û koma Berxwedan da mabû. Di nava

çalakiyê wê koma muzîkê da ew distirî.

Ji ber xwîndina stranên Kurdî û çalakiyên çandî Kawa sala 1993an bi qasî du

salan ket girtîgeha bajrê Muşê. Hemû sûçê wî Kurdbûn û bi Kurdî strîn bû. Piştî

derketina ji girtîgehê êdî rewşa siyasî li Kurdistanê û qedexebûna karên çandîhunerî

dest nedida ku ew li wira jiyana xwe berdewam bike. Ji ber wê jî tenê

heftiyekê li malê ma û payîza sala 1995an neça ma ku rêya mişextiyê bigire ber

xwe û hat Ewropa. Çîrka derketina ji Kurdistanê û gehiştina welatê Firansa bi

13

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!