08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

1480-XELÎL XEMGÎ

Xelîl Xemgîn: Kesên bi hunerê re mijûl dibin, di fikra min de ew seranserî

jiyana xwe de, her tim şagirtin.

Em ji pirsa hunermend dest pê bikin. Gelo hunermend

kî ye û cihê hunermendê kurd di nava ên cîhanê

de li ku ye?

Weku çawa pirsa we ji du beşan diyar e, ez ê jî hewl

bidim ku bersiva min ji du beşan be. Beşa yekem, da ku

bikaribim baweriya xwe bi zelalî diyar bikim, pêwîste

berê bêjim ku meger rewşa netew û gelê kurd, di nava

cîhanê de, rewşeke ne normal e, bê şik û guman kirîter û şertên hunermendiya

netewên û ya hunermendên vî gelî jî, wê ji hev cuda bin! Gelo ma gava ez xwe

li gora Mc. Jakson û Pavarotî binirxînim û bipîvim û wisa jî nêzîkahiya

hunermendiya xwe bibim, di navbera min û gelê min ê ku hîn ji bo azadî û

nasnameya xwe ditêkoşe, wê çiqas mesafe hebe? Gelo heger azadiya civakê ji

dest hatibe standin, ma hunermend jî ne ewladê vî gelî ye?...

ango meger wisa ye, wê demê hemû pîvanên ku ji bo gelekî di vê rewşê de

dijîne dê derbaz dibin, her wisa ji bo hunermendên wî gelî jî derbaz dibin!

Di warê gerdonî de jî, her wisa ye, heger merev bixweze bizanibe, wê ji

merev re bêjin; gelo hunermediya kîjan fikir, felsefe, nêrîn û çîn ê?

Rast e, îroj di nava pêlên globalîzmê de, her çîn û beşê civakan ser û bin bûne!

Lê belê dîroka kesayeta hunermend, beranberî dîroka mirovahiyê kevnare ye...

Di roja me îroj de, ev ser û bin a ku tête tê jiyîn, ji bo hunermendiyê encex di

kare reng û bengeke nuh ( negatîf an pozîtîf ) bide teybetiya hunermendiyê, lê bi

eslê xwe, seranserî dîroka civakan, ev pirsa ku “ hunermend kî ye ” di mêjûyê

mirovan de her tim zindî ma ye!” Lê belê di herikandina jiyana mirovan de, qet

bê bersiv nema ye. Yanê dixwazim bêjim ku; mîna hin der û dor û hin kesayetan,

mafê min tune ye ku xwe bixim şûna hakîm û serdozgeran, an jî xwe wekû

merciya gel bibînim û di derbarê kesan de biryara “ îşte, filan kes hunermend e û

bêvan kes ne hunermend e..” bidim! Ji xwe nîzîkahiyek wisa, ez bi xwe jî, wekû

bê rêz bûnî li hemberî însana, gel û seranserî civakê dinirxînim û dibînim! Lê

belê, ev nayê wateya ku ji pirsa we direvim, ya rastî, ez hewl didim ku rastiya

felsefî û zanyarî a ku pêde bawerim, ji we re diyar bikim!

Di baweriya min de, biryara “ hunermend kî ye ” a gel e! Îca ji bo ber

endametiya vê sifeta hunermendiyê, ( ji bo hunermendiya gelê xwe dibêjim ) rê

û rêbazên vê yekê hene.

Li gorî baweriya min, sir û telesma vê yekê jî, girêdayî çend xalên bingehînin!

heger mirov bixweze bi vî karê hanê rabe û bide ser şopa çand û hunerê, bi du

713

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!