08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Bixwazî nexwazî -çawa ku te jî got- li meydanên gund ên bi toz û telazê de û li

ser bênder û poxanan, bi hevalên xwe re, me dest bi gotina stranan kir. Di vê

navberê de, min dest bi teqlîdkirina hunermendan jî kir…

Te kîjan kilam digotin û kilamên te digotin yên kê bûn mesela?

Min “Îpek Mendîl Dane Dane” digot. Me li Sînan Ozen, Sîbel Can, Muslum

Gurses û Ferdî Tayfur guhdarî dikir.

Ev hunermend, hemû jî bi tirkî dibêjin… Ê baş e hunermendên kurd û stranên

kurdî?

Guhdarîkirina stran û kilamên kurdî, qedexe bû wê demê. Hebûna kasetekî,

dihate wateya ketina girtîgehê. Lê piştî salên 90-î dema ku qedexeya kurdî rabû;

min awazên kurdî nas kir. Koma Şîrwan hebû wê demê, hê nû derketibû. Min

kilama “Bihar xweş e çaxê gulan” ji ber kiribû û her dem, min ew digot…

Li dibistanê jî ji bilî min kesî stran û kilaman nedigot. Mamoste, her dem ez

radikirim ber depreşê û digot: “Bêje keça min” û min jî digot. Lê ji ber ku kurdî

li dibistanê qedexe bû, min bi tirkî digot. Çawa ku min got; min kilamên “Îpek

Mendîl” û “Burasi Muştur” digot...

Li gorî çavdêriya min tu wesfa rêberayetiyê di hûndirê xwe de dihewînî…

Rast e. Li gund ez serokê zarokan bûm. Hemû girêdayê min bûn. Min ji

pêşbaziyan (pêşbirk) gelekî hez dikir û her dem, em diketin pêşbaziyan. Bi rastî

jî, girêdayê min bûn. Min hemû tiştên xwe, bi wan re parve dikir. Mesela dema

ku ez ji wan aciz dibûm; min bi wan re xeber nedida, ez ji wan dixeyîdîm. Ew jî,

ji vê yekê xemgîn dibûn, digirîyan.

Min bihîst ku tu baş direqisî û ji bilî vê yekê, te perwerdehiya olî (dînî) jî

sitandiye. Gelo ev yek, rewşeka nakok dernaxê holê. Tu dikarî hinekî behsa vê

serpehatiya xwe jî bikî. Bi gotineke din reqs û teqwatî?

Rast e. Li ber kilamên erebî, ez baş direqisîm. Ez di govêndên kurdî de jî hoste

bûm. Ez diketim milê temenmezinan û min bi vê bejna xwe ya biçûk, govendê

digirt. Ez wê demê, diçûm dibistana seratayî. Li alîyê din jî, min perwerdehiya

olî dikir. Ji ber malbata xwe, ez mecbûr bûm ku wiha tevbigerim. Ji bo wan tiştê

girîng ew bû ku ez Quran bixwînim, bizewicim û bibim xwedî zar û zêç. Ji ber

vê yekê ez demekî di navbera rêya dibistan, mizgeft û malê de çûm û hatim.

Heta “Şerîetê” min xwend… Min Elîfba, Emma, Nechulenam, Tebarek, Qesem,

Quran û Yasînê, xetim kir. Melayê dersdarê min, melayê gundê me û mêrê

xaltika min bû.

Serboriya te ya Stenbolê kengê dest pê kir? Ew çi sedem bû ku te ji Misircê ber

bi Stenbolê ve daweşand?

419

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!