08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

siyasî jî bimînim, divê ez hunera xwe bi siyasetê jî bixemlînim. Divê ez baş bi

siyasetê bizanibim da ku ez bikarim hunereke têr siyaset bi kêrî gelê xwe jî

werim. Divê ez di her warî de tiştan bizanim û li dervayî civakê nemînim.

Baksî: Ez dixwazim di vir de tiştekî bibêjim. Berî her tiştî Şivan siyasetvan e.

Berî hunermendiyê Şivan siyasetvan e. Loma heqê kesî tuneye jê re bibêje, here

lo, here ji xwe re li tambûra xwe bixwe û stranên xwe bibêje! Gava ku wisa

dibêjin jî, ew Şivan biçûk dibînin. Şivan rola xwe di doza kurdî de dilîze

Firat Cewerî: Gava ku mirov bi awirekî dîrokî li hunera Şivên dinere, bi

naverok, stil û şêwe ye xwe ekolekê tîne bîra mirova. Û vê ekola ha hem

tesîr li nivşek hunermendên kurdan kiriye, him jî li hunermendên tirka yên

esil kurd kiriye. Herçî hunermendên kurdan in, hin hunermend ne tê de,

wekî din bi piranî mirov tesîra ekola Şivan ya li ser wan dibîne. Û

hunermendên ku bi tirkî distirên, gelek ji wan bi kopya Şivan bûne

navmezin û herweha dewlemendên mezin. Gava ku tu vê yekê dibînî tu çi

hîs dikî Şivan? Tu hers dibî an jî kêfxweş dibî?

Şivan: Niha, pir normal e. Ez zimanê xwe ji dê û bavê xwe hin bûme, ew jî ji dê

û bavê xwe hînî ziman xwe bûne. Mirov wilo xwedî dibe ku ev zimanê min bi

tenê min çênekiriye. Ez ziman bi sed salan, bi hezar salan, dê û bavê me, kal

pîrên me girtine û heta vê rojê me anîne. Herçî mûzîka kurdî ye, ew jî ne min bi

tenê çêkiriye, ez berdewama hinên din im. Niha çima gelek behsa Evdalê

Zeynikê tê kirin. Di eslê xwe de Evdal Feqîrek bûye. Ew di qonaxa Surmelî

Memed paşa de dengbêj bûye. Ew dengbêje Surmelî Memed Paşa bû. Kor bûna

Evdalê Zeynikê jî ne meseleya nexweşî mexweşiyan e, ew ji bo jinan kor kirine.

Yanî jinan çav lê diketin dilê wan diketin Evdêl, Ji ber ku Evdal jî li wan dinerî,

rabûna Evdal kor kirine. Kes vê nabêjin jî, ez dibêjim. Ji ber ku gava mirov

dengxweş be, an jî zarxweş be, mirov balkeş dibe, xelk ji mirovên wiha hez

dikin. Ji ber ku jin diltenik in, jin zûtir aşiq dibin, jin bêtir hez dikin. Loma jî li

ser hunermendan gelek mubalaxa çêdibin, lê tu bixwazî û nexwazî tên hezkirin.

Gava min bi xwe dest bi mûzîkê kir, min baweriya min pê hebû. Heger hûn

diqet bikin, min ne bi tenê ekolek çêkiriye. Gava hûn bala xwe bidinê, min bi

kurdî mûzîka Rappê. Min berî Emerîkî û Avrupiyan, yanî min donzdeh sala berê

Rapp gotiye. Ew jî strana ”Kî nê em”

Kî ne?

Gelê Kurdistan

Şoreş û volkan....

Min bi axaftin gotiye. Gava ku min ew stran çêkir jî ez di bin tesîra tu kesî de

nemame. Çi hîsên min dihatin min digot. Li gor tekstê, li gora rewşa wê şihrê,

wê helbestê, min besteyên xwe çêkirine, min awaz daye wan,. Wek min got,

heger ez Avrupî an an jî Emerîkî bûma, bi rastî jî ji bo strana”Kî ne em” We

bigota Şivan bavê mûzîka Rappê ye.

Hinek dibêjin baş e, Şivan hunermendekî siyasî ye, heta vira anî, lê gelo Şivan

610

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!