08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Nûdem: Baş e, te tu çawa mûzîkê çedikî?

Seîd Yusuf: Mûzîk jî mîna her gotin e. Ev hebekî jî bi îlhamê ve girêdayî ye.

Carna ez nişka ve ji nava nivînan radibim gotinên stranekê dinivsînim. Ez

herweha carnan bi nivîsandina stranê re awazê wê jî didemê. Yanî deng dayina

straneke an jî çêkirina awazekê carna nîvseat digire, carna jî bi rojan ez li ser

dixebitim, heta ku li hev tê.

Nûdem: Tu mûzîka xwe li gorî noteya çêdikî, an jî tu mîna gelek

hunermendên kurd bê nota çêdikî?

Seîd Yusuf: Ma bê nota dibe? Mûzîka bê nota ne tu mûzîk e, bi sernakeve. Nota

bingeha mûzîkê ye, mûzîkeke baş ancax bi noteya çêbibe.

Nûdem: Yanî tû stranên xwe li ser notayê çêdikî?

Seîd Yusuf: Tabî, tabî...

Nûdem: Mîna tê zanîn gelek hunermendên kurd mûzîkê bênota çêdikin,

gotina te ji wan hunermendan re çi ye?

Seîd Yusuf: Niha hin hunermend hene ku bê nota jî bi serketine, lê belê ev

hêjmareka pir hindik e. Heta mirov gava baş guhê xwe bide ser stranên wan û

hebek jî ji mûzîkê agahdar be, mirov ê fehm bike ku kêmaniyek di stranan de

heye. Ji ber ku ne li ser notayê çêbûne.

Nûdem: Mirov dikare ku bibêje ku, tu dixwazî bibêjî, hunermendên ku

mûzîka bê nota çêdikin jiyana wan kurt e?

Seîd Yusuf: Belê, belê. Ji xwe ez dikarim bibêjim ku ji niha de nîvê rawestiyane,

kaniya wan miçiqî ye, êdî ew dikarin tiştên din biafirînin. Lê dikarin kurtê

demeka din jî li ser mûzîka tirkî û fersî bijîn û bêjin ev mûzîk me çêkiriye. Lê

ma heya kîngî ew ê li ser kîsê xwe xelkê bêjin?

Nûdem: Mûzîka hin miletan dişibin hev, nêzîkî hev in. gelo mûzîka ku tu

çêdikî nêzîka ya kîjan miletî ye? Nêzîka ya tirkî ye, ya fersî ye, ya erebî ye

an jî xweser e, ya kurdî ye ku te bi xwe afirandiye?

Seîd Yusuf: Tabî divê mirov rast bibêje, tranên kurdî her heye, bingeha mûzîka

kurdî pir dewlemend e jî, lê parçeyên ku kurd lê dijîn, di bin tesîra wan de jî

dimîne. Em bixwazin û nexwazin, emê di bin tesîra mûzîka erebî, tirkî û farisî

de dimînin, hinek deng û awazên ji wan digirin. Ew jî di bin tesîra mûzîka kurdî

de dimînin, bêhna mûzîka kurdî jî gelek ji stranên wan tê. Bi ya min ev yeka han

tiştekî pir tabî ye. Weke însan jî gava mirov bi însanekî din re bijî û pê re bimîne,

455

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!