08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

gel vê dezgeha me amede kirine û dikin, te pirsî bû û min jî bersivand, em bi her

cureyê aragnje û tomarkirin nujenkirina stran û amore ve mijûl dibin... ez bi xwe

jî, hemu berhemên xwe di studiyo a xwe de amede dikim...

Niha Xelîl Xemgîn ji bilî hunermendiyê rojên xwe çawa derbas dike? Tu bi

çi ve mijûlî?

Birayê delal, ez jî mîna her koçberekî, ev bû ye 22 sale nikarim biçim ax, av û

bayê ku ez xwedî kirim û mezin kirim e! Jiyana koçberiyê wisa ye! Di rojên min

de, nîvê rojê ji mal û zarokên min re ye, nîvê din jî, ji kar û xebata min a hunerî

û xwendin û nivîsandinê re ye. Ji bilî xebata hunerî, ev bêtirî du sal e, her 15

rojan carekê, di derbarê çand û hunerê de, di rojname ya Azadiya Welat de, bi

xwendevanên xwe re, fikir û ramanên xwe par vedikim.

Albûma nuh kengî tê?

Kekê Mehdî, sipas bo te û hewldanên te, qet nebe, di rê ya te û vê pirsa te re,

ezê bikaribim gel û guhdarên xwe agehdar bikim. Ji berî du/ sê salan min soz

dabû gelê xwe ku ezê hewl bidim her salê berhem an xebatek hunerî, bidim

xizmeta gelê xwe, bi rastî jî di 2004 an de, berhema min a bi navê Zend hate

belav kirin, 2005 an de, li gel hevalê xwe Diyar, xebatek bi navê Kehniya

Stirana hate belav kirin... Li gora peyama min û şîrketa produksiyonê di 2006 an,

heyva tebaxê de, girînge me dest bi berhema nuh bikira! Lê gelekî mixabe, li ser

pirsa gelek hevalên mîna te rojnamevan, me ji bo vê yekê agahî jî dabûn, îca

wan camêrên şîrketa produksiyonê, ji ber rewşa bi aloze a piyase û bazara

muzîka kurdî ku îroj tê re derbaz dibe de, her weha hinekî jî xemsarî û bê cidiyet

û ne prefesiyonaltiya di poduktorên muzîka kurdî de dijîne de, bû ye sedema ku

me nekarî bû bigihnin sala bihurî, ez ji niha de, li ser vê xebata nuh bi hemu

hêza xwe rawestiya me, heger dîsa tiştê ewarte der nekevin, di dawiya havîna

îsal de, ez bi hêvîme ku berhema nuh, emê bigêjînin destê guhdarên muzîka

kurdî.

Têkliyên te bi hunermendên din re çawa ne?

Min dikarî ji birayê xwe re bi hesanî bersiva vê pirsê bigota ( başe! ) lê belê, min

nexwestî ku ji ezbere biaxivim!

Li gorî gelek lêkolînvanan, di dîroka civaka me de, têkliyên hunermendên kurda,

xuya ye ne cihê pesin û navdanê ye! Ji xwe gava merev bikaribe rewşa îroj a

pergende û ji hev belav û lewaz şirove bike, wê merev bikaribe hin mînakên

berê jî bawer bike! Di baweriya min de, her pêwendî û danustan a di navbera çi

însanî de be, li ser bingeh û hin pîvanan pêk têt. Hele ji bo hunermend û

rewşenbîran, pêwîste ku pîvan û bingehên pêwendiya, di berjewendiya civakê de

bête pîvandin... bê şik û gumane, bi armanca zexim û bilind kirina kesayeta

722

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!