08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Di 1975’an de, bi têkçûna şoreşê re, dibe penaber û girtiyê SEVAK’a Şahê

Îranê... Heya destpêka salên 80’yan, vedigere Qamûşloyê, tevî hemû

astengî, zext û zordariya van dewletên dagirkar, çawa ku M. Şêxo, berê jî,

di stran û awazên xwe de, bakurê Kurdistan dayika netew didît û pê

distira, bi geşbûna pêta berxwedana Zindana Amedê û şehadeta

Mazlum Dogan re, vê carê jî, ji bo Mazlum strand... Yanê dixwazim

bêjim ku M. Şêxo bêhtirî ji beşekî welêt, mirovekî Kurdistanî bû!

- Ji bo xwedîlêderketina navê wî divê çi bê kirin? (Mînak wekî abîde,

peyker yan tiştên din) Kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?

X. Xemgîn: Belkî gotinek kilasîk e, lê di baweriya min de, xwedî

lêderketina herî baş ew e, ku mirov helwesta wî nêzîkahiyên wî û

karektera wî, ji bo hunera gelê xwe bişopîne ye!Kî dizane! M. Şêxo heger

heya niha jiyan bikira, belkî bandora vê rewşa ku ez navê Eurovîzyonê

lêdikim, li wî jî bikira! Min êş û azarên jiyana M. Şêxo, bi xwe ji devê wî

nemirî guhdar kirine, her wiha, wekî wî jî, em bi xwe, wan êş û azaran

dikişînin! Belkî reng û şêwaz, şert û cîh û mekan ji hev cuda ne, lê ez

bawerim heman tişt in!

Bi dîtina min, heya niha, ên ku ji xwe re dibêjin “em hunermend in” ji bo

repertuara xwe dagirin M. Şêxo dinasin, ên ku dixwazin rûpelê rojname

û kovarên xwe dagirin jî, bi heman nêzîkahiyê jî gelek in!! Sazî û

dezgehên kurdan, bi teybetî, li bakur û başûrê Kurdistanê, ji bilî hin

kanalên TV, bi mantiqê bazirganî û jêsûdgirtinê, xwedî li vî nirxê me

derdikevin.... û hwd. Gelek mînak mirov dikane rêz bike.... Ez di wê

baweriyê de me, ku mirov çi bike jî, ji bo xizmeta wî camêrî hîn jî kêm e.

Nemir Aramê Tîgran, qet nebe, bi saxiya xwe, hin tiştên ku heq kiribûn

dît û jiyand, me wekî civata hunermendan, bi tiştekî bi çûk be jî, di

saxiya wî de, me rêz û qedra wî nîşana wî da!

Hê ku hatî bîra min, ez hema bêjim, her wiha mîna rexnedanekê jî diyar

dikim, gelek caran, ji bo bîranîn û qedirgirtina M. Şêxo jî, hewildanên

min bi xwe jî, çêbûne, lê gelekî mixabin, her carê min li pişt xwe mêze kir,

ne dezgehek, ne jî saziyek hevkar, xwe bide ber xebate wisa nîn e!!!

Li dawiyê, li ser pirsa we ya ku kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?

Dixwazim gotine kurt bînim ziman.

177

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!