08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

valahiyê tejî bikim...”

Ji ber van nêrînên wê ye ku mirov dikare bêje: Merziye di rojhilatê Kurdistanê

da yekemîn jina Kurd bû ku huner û strangotin ji xwe re kiribû karekî sereke.

Herçend beriya Merziyê gelek jinên mîna Menîc Heyran, Gîtî Bêhiştî, Şehîn

Talbanî, Îran xanim Mocered, Fetane Welîdî û çend kesên din jî hebûn ku dengê

xwe gehandibûn guhê xelkê, lê zû ji qada hunerê derketibûn û kesî nedizanî li

kûne û çima rêya xwe nedomandin!.

Merziyê ji zarokatiyê destpêkir. Evîna hunerê mîna agirekî êşqa wê gortir kir û

weke tiştekî cewherdar kete nava xwîna wê. Dema ku bû ciwan, doza

Kurdistanê jî naskir û zû pêhesiya ku rejîma Pehlewî dijberên azadiya bîr û

rayên Kurdayetiyê ye. Çalakiyên xwe yên siyasî destpêkirin. Xwîndina xwe ya

destpêk û navendî li bajarê Merîwanê bi dawî anî. Li Sine xwîndina xwe ya di

warê hînkariyê da bi dawî anî. Bû mamostaya dersbêjiyê û di gundên herêma

jiyana xwe de dest bi dersgotinê kir. Di nava civaka gundiyan da bêtir bi

kurahiya êş û elemên Kurda hesiya. Ji ber wê jî şev û roj dixebitî ku sewiya

xwîndinê di nava zarokên Kurda da bibe serî. Ji keç û jinên Kurd re behsa rolê

jinê dikir. Dixwest wan ji rewşa rastîna jiyanê aghedar bike, lê derdên giran ne

yek û hiza bûn....

Sala 1977an bi koma( Korî Mûsîqay Sine) re dest bi xebatê kir û çendîn cara li

pêşberî gel dest bi strangotinê kir. Careke din vegerî Merîwanê û li gundekî

derdora bajar dest bi dersgotinê kir. Piştî du salan careke din çû bajarê Sine û li

wira ji zarokên dibistana seretayî re ders digot.

Merziye sala 1978an bi hunermendê naskirî Nasir Rezazî re zewicî. Êdî ji wê

salê û pêda hêdî-hêdî dengê serhildana gelên Îranê li her derê dihat bihîstin.

Merziye mîna şêrejineke çeleng mil bi milê Nasir û hevalên xwe yên din di

rêpîvanên li dijî rejîma Pehlewî, beşdar dibû.

Êdî mîna keçeke şoreşger ji aliyê dost û dujiminan ve Merziye navekî naskirî bû.

Sala 1978an demeke kurt ji aliyê beşa parastina rejîmê ve hat girtin û ji ber

çalakiyên siyasî mafê mamostatiyê jê hat standin.

Wê û Nasir hêlîneke germ ji xwe re durist kiribûn. Êdî bi Nasir re hizr û

ramanên wê yên siyasî û hunerî bêtir ji berê bişkivîn. Li Sine û bajarên din yên

Kurdistanê wan komeke hunerî damezrandin û xwestin bi stranên xwe yên siyasî

pileya rewşenbîriyê di nava gel da bilind bikin: N. Rezazî, Necmeddîn Xûlamî,

Merziye Rezazî û çend hevalên din li dora hev kombûn û dest bi karê kolectîv

kirin.

Huner û Siyaset Di Nava Çiyayên Kurdistanê Da

211

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!