08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Helbet ezê dev ji stranbêjiyê bernedim. Ezê çi bikim ji Wezareta Çandê?

Gel te çawa dibîne, çawa dinirxîne? Dema tu di rê de diçî, diçî mala xwe; cîran û

derdora te, eleqeyeke çawa nîşanî te dide?

Ez ji awirên wan têdigihêjim ku ji min hez dikin. Di awirên wan de hezkirin

heye. Ez bawer im ku ew di kilamên min de hestên xwe dibînin. Ji xwe vê yekê

tînin zimên jî.

Vê pirsê ji te dikin gelo: “Ev bedena biçûk û ev dengê bilind; ji kû dertê hewqas

deng?”

Spasdar im bo vê pirsê. Ji dil dibêjim; gelek caran pirsa vê yekê ji min dikin. Ev

pirs, her car ji min tê pirsîn…

Min vê pirsa xwe ji gelek hunermendan pirsî, ji te jî dipirsim: Heger ji te re

bibêjin “dev ji stran û kilaman berde! ” wê tu reaksiyoneke çawa nîşan bidî?

Çiii?!... Min bikûjin baştir e! Li hember daxwazeke wiha, ezê bikevim nava tirs

û saweke mezin.

Heger, stran û muzîk tunebûna; Rojda îro dikaribû li vir bûya, an wê li ku derê

bûya?

Wê li ku bûya? Wê bi navê Kadriye, bibûya jineka xwedî zar û zêç. Bi

ihtîmaleke mezin, wê li gund bibûya bêrîvaneka bêriyê, wê şîr bidoşa! An jî wê

biçûya tevrikê... Kê dizane? Lê tiştekî misoger e ku, wê nebûya Rojda...

Te ji kîjan dengan hez kir?

Ez her dem, di bin bandora dengbêjan de mame. Li NÇM-ê, ez her dem diketim

arşîvê û min li wan guhdarî dikir. Pir caran dema ku min guhdariya wan dikir, ez

digiriyam. Ji dengan; ez gelekî ji Merzîye Rezazî, bitesîr bûme. Lê di jiyana min

de Meyremxanê, di rêza yekemîn de ye. Dengbêja jin ku min yekem car lê

guhdarî kiriye, Meyremxan e.

Min gelekî piştî wê, li Ayşe Şanê guhdarî kir.

Yek albûmeka Meyremxanê li Tirkiyeyê derketiye. Beriya derketina albûmê,

min ew li arşîvê guhdarî kiribû. Dema ku min li “Helîmcanê” guhdarî kir, ez şok

bûm. Min ji xwe re got: “ Ya rebî, ev çî deng e? ”

Min “Yadê Rebenê” xwend, “Helîmcanê xwend, lê min “Domanê” nexwend.

Lewra, ez bawer nakim ku ezê bikaribim heqê wê bidim. Straneke ku ez

nikaribim heqê wê bidim, ez tu carî naxwazim wê bibêjim. Heger ez nikaribim

422

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!