08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

1379-ŞİVAN -EVSANE YA WÎ

Ez xortê kurd im pir bi nav û deng

Va min hilgirtiye bombe û tifeng

Ez diherim şer, ez di herim ceng

Eger şehîd bibim, dayê tu negirî.

Ka Kurdistan min ka,

Bax û bostanê min ka!

Belê, wan rêzên jor min di sala 1976 an

de, li Ameda dîrok min bihîst in. Ez û dusê

heval li ba hev bûn li Amedê. Ez

biyan bûm, min tu der û deşt nasnedikirin.

Hevalek êvarî hat got em herin mala

hevalekî navê wî Huseyin bûç Min jê wi

pirsî em dê li wir çi bikin? Got; Em herin

kaseteka Şivan li cem wan heye em wê guhdar bikin. Em çûn û min kaseta Şivan

guhdar kir. Ez wê şevê qet ranezam. Dengê Şivan li kêleka min bû. Wekî miriyê

ku quran dikeve guhê wî. Min ew guhdar dikir.

Min sibê xwast ku ez wê kasetê kopiya bikim. Hevalan got dengê Şivan wekî

bombeye, eger dijmin li ser te bigirî tu ji destê wan nafiltî. Wele min got qet tişt

nabe, ez ê wê kopiya bikim. Min ew kopiya kir û ez vegerim Anadoliya(Qonya

yê) navîn. Min da hevala Şivanê nenas li aliyê me bû nasekî mezin û herkesî ew

guhdar dikir. Min jî ew wek ayeteke di berîka xwe de digerand. Ew merivê

dengê xwe wekî zengil û ku pirça serê meriva stirî dikirî, li Stockholmê li

Qonsera wî ya ewil min ew dît. Bi heybeteka mezin radibû ser xwe wekî ku

êrîşa ser dijmin bike dikir. Min hê zanî ku çima min ew qasetê wî wek ayet

kiriye berîka xwe û gerandiye. Hesenê Alê

Firat Cewerî: Min di dewerekê de xwandibû ku malbata te ji hêla Mêrdînê

koçî Ruhayê kiriye. Gelo çi para rastiyê di vê de heye? ger rast be, malbata

te kengî ji bo çi koçî der û dora Ruhayê kiriye?

Şîvan: Em bi çend bavên berê jî hêla Mêrdînê, ji Midyadê, ji gundê Kevirzê

hatinê û li hêla Ruhayê bi cih bûne. Pisamamên me hê li wê derê ne, hê

danûstandinên me bi hev re hene, ew tên ba me û diçen.

Firat Cewerî: Çima bavanê te ji Mêrdînê hatine û li hela ruhayê bi cih bûne?

597

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!