08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Ez bi te re dost bûm, tu bi min re dijmin bû yî

Tu li paş xanîkan li min dikelistî,

Te derbek bi tivingê berda min, ez dikuştim.

Şevê nîvê şevê, te bi destê tola jina xwe girt

û ez li ber dîwara dihiştim(hiştim)

Xirabo, dîno, min bihîstî tu zewicî,

te ji xwe re yeke dixwastî

Heke ji min çêtir be, bila li te helal be,

li wî canî, yan na, ezê tu nifira li te nekim,

tu dûrî dest î.

Xwedê teala bike, Rebî, goştê canê te bihele,

li hewa bimîne komek hestî

Tu kor bibî, tekevî ber vî destî.

Xirabo, Xirabo! Xwedê teala bike, Rebî

Heçî ji xirabê min re bêje: „Tu xirab î‟

Bila karîn û warîna zarokê nêr tu carê di mala we de nebî

Bila sed olçek genimê sor li binê beriya

Mêrdînê biçîne, li şuna bila qerezîwana reş rabî

Ê mayî bila kuliyê par û pêrar lê rabî

Bila salekê bînê ser bênderê,

gêre bike û bidêre, ew jê re bi ka bî

Kulmek zad jî ji wan re safî nebî

Heçî ji xirabê min re bêje:„Tu baş î, tu pir qenc î‟ Xwedê teala bike, rebî kulmek

garisê li pişta malan biçîne

Li şûnê sed olçekê genimê sor hilîne

Bi ofara bînî qîza şêxekî, axakî ji xwe re bine

Zikata malê vê salê bide min û bazê dila

Emê pê daweta xwe li darxînin

Min dî bazê dila barê xwe bar dike,

berê xwe dide aşê mala Hecî Şendîn e

Tu li wê nawelê temam bigere,

tu li hef seriya bigere, tu çavekî di wan de nabîne

Min dî mîrata çapê li arvanê bazê dilê min dixîne

Heft çap û nîvê ji arvanê bazê dilê min hiltîne

Daweta min û Xirabê bi tenê sala vê salê,

nîv cî li dar dimîne

Xirabê min xeyidî ji gundiyan, ji maliyan

Min dî da ser rêka Omeriyan

740

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!