08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

hinekî şexsiyeta xwe bigire, lê di tiştên siyasî de hinekî zehmet e. Ez nabêjim

siyasetvanên me ne tiştek in, însanên me pir xebitî ne, pir zehmetî dîtine, serên

wan li gelek dîwaran ketine, ji ber vê yekê jî siyasetvanên kurd tim şerê hev jî

kirine, di navbera wan de tim neyaritî dijminatî hebûye. Tu li Ehmedê Xanê

dinêrî tu li kîjan nivîskar hunermendên kurdan dinêrî, tim li ser yekitiya kurdan

gotine û nivîsandine. Wan tim li ser şerê kurdan şiîr nivîsandine, tim li ser

belengaziya kurdan helbest nivîsandine. Vê dawiyê jî, ji ber ku hereketa

Kurdistana Tirkiyeyê bêtir çep û komunîst bû ew pir di bin tesîra çep û

komunîstên tirkan de man herçî çepê tirkan bû jî, wan her yekî li gora xwe

hozanek, li gora xwe dengbêjek çê kiribûn. Gava wan hozan û dengbêjan behsa

xwe û şexsiyeta xwe bikirina, partî û rêxistinên wan qebûl nedikin, digotin tep

ew davêtin, carnan hin nav jî bi dû wan dixistin û ew wilo îzole dikirin. Lê ji

aliyê din ve hunermendên bûrjûwazî, mîna Zekî Mûrem û yên din, ji ber ku wan

hunera xwe dikirin, ji ber ku ew azad bûn ku mîna hunermendên tev bigirin, wan

dikarîbûn xwe bi pêş jî bixistana û dikaribûn mîna hunermen bibûna xwedî

şexsiyet jî. Lê, yên çep û komunîstan mîna alavên şoreşê dihatin bikaranîn. Gava

ku lazim nebûna dihatin avêtin. Yanî ew li pêşberî pêşketina hunermendan

asteng û kelem bûn.

Baksî: Şivan ji kê reviya be wan derbe xwarine, hevalbendên wan kêm bûne.

Şivan ji wan re digot binêrin, neyên ser min, hûn bi min li ser lingan in. Şivan

digot, ma ji we we ye evqas milet ji bo birêvebirên we tên, na, ew tên ku li

dengê min guhdar bikin.

Şivan: Lê Firat can, huner ne ew e ku bi alet be, divê huner bi serê xwe rolên

xwe bilîze, divê tevgerên siyasî jî netirsin, ew jî bi serê xwe rola xwe bilîzin.

gava ku hunermendek ruhê miletê xwe yê kulturî û neteweyî bî hêz kir, wê ruhê

wî yê siyasî jî bi hêz bibe. Îcar heqê siyasetvana tuneye ku ber li hunermendan

bigire, hunermendan têxe nava tarîqata xwe. Bi tarîqatan û bi tarîqatçîtiyê huner

pêş nakeve, hunermend nabe hunermend şexsiyeta wî dimire. Çawa tirk ji

kurdan re dibêjin, hûn di nav min de ne, ez ê biryarê bidim bê tu ê kengî bistirê,

kengî biaxifî, tu ê kengî bibêjî. Vêcar yên me jî aynî wek tirkan dikin, dibêjin,

em siyaset in, divê tu di nav min de bî, ez kengî qerarê bidim divê tu bistrê, ez çi

bixwazin tu wê bibêjî. Car hebû hinekan dihatin ji min re digotin ma te destûr

xwastiye tu kasetan çê dikî?

Baksî: Bi tirkî ji şivan re digotin senî bitiririz, yok ederiz, biliyormusun?

Firat Cewerî: Tu xwe hunermendekî siyasî, an jî siyasetmederekî

hunermend dibînî?

Şivan: Ez xwe hunermendekî siyasî û çandî dibînim. Ez nikarim dûrî siyasetê

bimînim. Ji ber ku Kurdistan perçe ye, gelê kurd bindest e, loma divê ez xwe

609

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!