08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Lawiko qurban tu wê diçî ez mam

vira

Çavê min xalî nave ava hêsira

Heger Xwedê mirazê min û te bike,

heger nake tu bê xuşkê

Ez bêm bira.

Lawiko qurban, tu diçî ez ê çi ava

bibim

Ezê bibime teyrekî qerqûşê hewa

bavim

Ezê cî miskenê te nizanim

Lawiko qurban, sêwî sed carî sêwî

De tu di ber mala bavê min ra here

were

mîna rêwî

Ezê te xweykim nav sîng û berê xwe

da nola kara xezala

Xezala, berxika heval cêwî

Hîva gundê me, hîva sava

Hîn hingiriye, naçe ava

Xortê min‟ ra dîtin xwe ra kirine

zava

De bira tiliya min herine çavê dê û

bava

Me li hafa gundê Botî

Cot kevotka hev ra gotî:

Lawiko qurban, wer em herin ber

ziyareta te digot

Min û te va kê poşman ve- bira şil ve

paşê kotî

Mala me cînarê mala şêxê

Lawiko qurban, kaxizekê binivîse

qol- mizgeftê xwe piştê xe

Were min birevîne, paşê nav û dengê

min dinê xwe

Kerî pezê li piştê

Lêyî kişiya ser lêmîştê

Dilê min neketiye tiştekî,

Dilê min ketiye qeyîşa forme qima

427

piştê

Kerî pezê çendî wa ye

Nêriyê nav da weke ga ye

Lawiko qurban min û te va hev ra

soz û qirar daye

Kerî pezê vê neqevê

Sipî dike mîna şevê

Tu bixebite bide heqê min bedewê (1)

Ro çû ava tu nema

Tavê avêt dor û çema

Ezê bêjim; yekê min bû jê ra nema

Gede qurban, wekî dayika te bimire

Hevraz çûme, berjêr hatim

Rastî gul û sosinê mêrga hatim

Awîrê qîza kerê usa tûj bûn

Mîna gulla mawzerê ez hingavtim.

Çemo çem çivîko

Kum û koloz dor kulîlko

Min sond xwariye, adek pê ra

Pêşî te, tu dest naçin wan paşila

Herçê kêla haj hev hene

Bîna çiyayê Girîdaxê- Tendûrekê

berî hev e

Wekî te min ra bext bî- bext be

Wekî bêbext î mirazê te bikeve dara

diriya qe venebe.

Kestyûm Reşo, kestyûm xwe ke

Tuncik temoriya serda şêke

Şanî mirazê min qurbana canê xwe

ke

Lawikê min sekiniye ser bêlayê

Min hûr hûr bala xwe didayê

Were tu min ra bêbextiyê neke

Bêbextî qe li mala we nayê

Kerî pezê çendî wa ye

Nêriyê nav da weke ga ye

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!